Piştî ku karwanê oxirkirina cenazeyên têkoşerên berxwedana Qamişlo li kolanên Qamişlo geriya, berê xwe da goristana Şehîd Delîl Sarûxan.

Li vir bi hezaran şêniyên ji Hesekê, Dirbêsiyê, Tirbespiyê, Amûda, Dêrîk û Girkê Legê, nûnerên Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk li goristanê tevlî karwanê oxirkinê bûn.

Piştî cenaze derbasî goristanê bûn endamên Hêzên Asayîşê merasîma leşkerî pêşkêş kirin. Di merasîmê de girseya gel li ber srûda netewî ya Kurdî “Ey Reqîb” deqeyekê rêz girt. 

Piştî ku  axaftinên rêveberên kantona Cizîrê û partiyên siyasî bi dawî bûn, belgeyên şehadetê yên cangoriyan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Piştî vê yekê malbatên cangoriyan  jî axivîn û gotin ku ewê li ser riya şehîdên  xwe bin.

Di dawiya merasîmê de jî darbestên têkoşran rakirin ser milan û di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên şehîd namrin de, Qmişloyê tevî xelkê xwe hemûyî ew spartin axê. Ji van 29 cangoriyan cenazeyê Robar Şêxo birin Dêrikê da ku li goristana Xebat Dêrik were, veşartin.


 QAMIŞLO