Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hediye Yûsif, Roja Pakrewanan li malbatên şehîdan pîroz kir û got, bi saya cangoriyên azadiyê Rojavayê Kurdistanê hatiye parastin û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatiye avakirin û weha dewam kir: “Destketiyên dîrokî ku gelên Rojavayê Kurdistanê bi, bi saya şehîdan pêk hatine ku bi mêrxasî canê xwe fedayî azadiyê kirine.”
Hediye Yûsif di axaftina xwe de destnîşan kir ku pêwîst e riya têkoşeran di aliyên siyasî, leşkerî û xizmetaguzariyê de bên domandin û got: “Ji bo ku ev destketî bêne parastin, divê asta xebatan ji bo avakirina netewa demokratîk bên xurtkirin û mafên hemû gelên herêmê bên parastin.”
Piştî ku axaftin bi dawî bûn Saziya Malbatên Şehîdan 26 cangoriyên azadiyê yên bajarê Qamişlo ku di meha Gulanê yên salên cuda de jiyana xwe ji dest dayî, bi bîr anîn.
ANHA/QAMIŞLO