Gelê Qamişlo pêr cenazeyê şervana YPJ’ê Sultan Koto (Roza Efrîn) ku 2’ê Gulana 2018’an de, di encama nexweşiyeke giran de şehîd bûbû, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşart. Di goristanê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişloyê Mihyedîn Hisê axivî û got: ″Herêmên bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin, em ti carî bernadin. ‘Berxwedanê Serdemê’ ya li dijî dagirkeriya Tirk wê bi pêşengiyê jinan heta rizgarkirina çar parçeyên Kurdistanê bidome.″ QAMIŞLO

Li kampê çandinî

Li Şehbayê rêveberiya kampa Serdemê, ji bo koçberên Efrînî çandiniyê bikin, du donim erd ji wan re veqetand. Şêniyên kampê wê bi vî rengî karibin pêdiviyên xwe yên rojane tedarîk bikin. Şehba jî wekî Efrînê bi hewa û axa xwe bi kêra çandiniyê tê. Cotkarê bi navê Mihemed Ehmed Silêman got, ″Em ê bi hemû keda xwe bixebitin da ku berhemekî baş berhev bikin. Ji ber ku piştî em ji Efrînê derketin, rewşa me ya aborî zehmet bû.″ ŞEHBA

Artêşa Tirk gule li Kobanê reşandin

Artêşa Tirk a dagirker li ser sînor gule li gundê Elî Şar ê li rojhilatê bajarê Kobanê reşandin. Şêniyên gund ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re ragihandin ku eskerên artêşa Tirk a dagirker doh seat dehê sibehê gule reşandine li gundê wan. Li gorî agahiyan di êrişê de çeka MG3 hatiye bikaranîn. Şêniyan destnîşan kir ku di encama êrişa dagirkeran de ti ziyan çênebûye. Ev ne cara yekem e ku artêşa Tirk a dagirker gundên Kobanê yên li ser sînor gule baran dike. KOBANÊ

4 çete li Kerkûkê hatin kuştin

Navenda ragihandina asayîşa Iraqê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku 4 çeteyên DAIŞ’ê li sînorê Riyaz ê li Başûrê Kerkûk hatine kuştin. Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li derdora Kerkûkê dewam dike. Doh navenda ragihandina asayîşa Iraqê daxuyaniyek da û got; “4 çeteyên DAIŞ’ê ku dixwestin êrişî navendên hinek baregehên hêzên parastinê û cihên sivîl bikin, bûne hedefa hêzên me. Di encamê de êrişa çeteyan hatiye şikandin û her çar çete hatine kuştin.”  KERKÛK

Têkiliyên bi cîranan re xurt bikin

Serokê Partiya Sûriyeya Siberojê, Ibrahîm Qeftan li Qamişlo di civîna gel de got, ew ê ji bo parastina sînorê Sûriyeyê û çareserkirina aloziyê têkîliyên bi dewletên cîran re xurt bikin. Civîn bi dirûşmeya ″Sûriyeya demokratîk, pirreng û nenavendî″ hat lidarxistin. Ibrahîm Qeftan ji bo armanca avakirina partiyê got, ″Armanca me parastina herêmê, yekîtiya axa Sûriyeyê, rizgarkirina axa Sûriyê ji dagirkeriyê û çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya danûstandinên bi aliyên hundir û derveyî Sûriyê re ye.″ QAMIŞLO