Şêniyên kantona bajarê Qamişlo bi dirûşma “Em ê bi rihekî nû Efrînê rizgar bikin” meşeke girseyî li dar xist. Meşa girseyî li Çerxerêya Sawama ya taxa Enteriyê bi tevlêbûna bi sedan jin, ciwan û şêniyên kantona Qamişlo dest pê kir.

Ji bo ewlehiya meşvanan Hêzên Ewlekariyê Rojava, Hêzên Parastina Cewherî, Hêzên Parastina Cewherî Jin, Hêzên Hawarî, Hêzên Trafîkê amade bûn. Beriya meş dest pê bike, şêniyên bajarê Qamişlo dikanên xwe girtin û tev li meşê bûn.

Di nava meşê de wêneyên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, alên TEV-DEM û Kongreya Star, YCR/YJC hatin rakirin. Pankartên “Yan Efrîn yan Efrîn”, “Em ê bi rihekî nû Efrînê rizgar bikin”, “Na ji guhartina demografyaya Efrînê re”, “Rizgarkirina Efrînê rizgarkirina Sûriyeyê ji teror û dagirkeriya Tirkiyeyê ye”, “Em bêdengiya navdewletî der barê Efrînê de şermezar dikin” hatin hildan.

Meşvan li ber goristana şehîd Delîl Sarûxan kom bûn û meşa xwe li wir guhart mitîngê.

Efrîn mifteya çareseriyê ye

Di mitingê de Hevserokê Rêveberiya Xweser Abdûlkerîm Sarûxan axivî û got: “Li dijî kiryarên qirejî yên dewleta Tirk a dagirker dewletên navnetewî bedengiya xwe diparezê. Ew bedengî cihe şermezariye ye. Hemû êrîşên hovanê li Efrînê berçavên hemû cîhanê hat kirin nû tê kirin. Lê mixabin dîsa berjewendiyên dewletên hegemonîk li bedengiya êrîşan de derdikeve hole. Ji bo berjewendiyên xwe di Idlibê de hemû cîhan bû xwedî helwest. Ew dagirkeriya ku li Efrînê ber çavên hemû cîhanê hat kirin çima helwest nehat diyar kirin? Siyasetên ku tê kirin ji bo qirkirina gelê Kurd e. Efrîn mifteya çareseriya pisgireka Rojava û Bakûrê Sûriyê ye. Heya Efrîn rizgar nebe tu çareseriyê nikarin pêk bînin. Çalakiyên me êdî wê jib o azadiya Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgarkirna Efrînê be. Em Efrînê bernadin û heya dawî jî ber xwe bidin.”

 

ANHA/QAMIŞLO