Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Qamişlo di roja duyemîn de doh dewam kir. Çalakvanan soza xwe ya bi girtiyan re jî nû kir.

Bi dehan pêkhateyên bajarê Qamişloyê jî ji serê sibehê ve berê xwe dan konê piştgiriyê ku ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan û Meclîsa Taxa Enteriyê ve hatiye vekirin.

Nûnerên Meclîsa Şehîdan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Hêzên Asayîşê li gel dirûşmeyên silavkirina berxwedana girtîgehan herikîn konê piştgiriyê.

Mizgîn Ehmed anî ziman ku hêzên navneteweyî û herêmî naxwazin dozên gelan çareser bibin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin.

Mizgîn Ehmed di dewama axaftina xwe de got, Federalî çareseriya herî guncaw e ji bo çareserkirina pirsgêrkên Rojhilata Navîn, ji ber vê yekê hemû hêzên şovenîst li dijî vê projeyê derdikevin.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen bixêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku girtiyên di zindanên Tirkiyeyê de bingeha berxwedana xwe ji fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digirin.

Hesen di dewama axaftina xwe de got, “Em wekî gelê Rojava, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê berxwedana hevalên xwe yên siyasetvan ên di girtîgehên Tirkiyeyê de silav dikin û piştgiriya wan dikin.” 


 QAMIŞLO