Ji qanala 6 metre fireh û 2 metre jî bilind bêhn belav dibe. Ji beşa qanalê ya nêzî 4 kîlometre ya li nava taxan de derbas dibe tu tedbîr nehatine û hate hînbûn ku heta niha gelek zarok di qanalê de xeniqîne.
Ji nîştecihên tax Mehmet Bozkurt, diyar kir ku zirara herî mezin a qanal dide tax guman dê zarok bikevên qanalê ye. Bozkurt, anî ziman ku di mehên havînê de ji ber ku zarok her tim li dora qanalê dilîzin li hember talukeya xeniqînê ne û wiha got: "Ji ber ku dîwanên qanalê peri tîne av jêtê û zirarê didin derdorê. Disa ji ber ku ava gelek pis e tendurîstiya zarokên me nebaş dike. Em dixwazin ser qanalê bê girtin. Me heta niha gelek caran pirsgirê ji rayedaran re got em çûn DSÎ'yê û me bi qeymaqam re hevdîtin pêk anî. Lê ji bilî gotina dê çareseriyê bikin tu tiştên din pêk nehatin. "
Nadiye Selvî ya ku 3 sal berê zaroka wê di qanalê de xeniqî jî diyar kir ku ji ber qanal li ber malan wan re derbas dibe gelek di tirsin. Selvî, anî ziman ku bi ava nebaş avdanan dikin û wiha got: "Di vê qanalê de zarokê min xeniqî. Naxwazim tu zarokên din di vê avê de xeniqin. Bila çareseriyekê ji vê qanalê bikin." Nebahat Seçen a ku 5 sal berê zarokê xwe yê 2 salî di qanalê de winda kir jî diyar kir ku ji ber bêhna qanalê gelek nerehet dibin. Seçen, anî ziman ku ji ber bêhna qanalê ya nebaş derî û baçeyên xwe venakin û wiha got: "Ji ber tirsa dê zarokên me bikevin qanalê em bi rehetî li malê kar nakin. Bi tirs heta êvarê em li ber derî notirvaniyê dikin."
DÎHA/MÛŞ