Ji malbata Elî Osman, ku xwestin xwe ji êrîşên DAIŞ'ê yên di 3'ê Tebaxê de destpê kirin rizgar bikin û bigihînin çiyayê Şengalê, bi tenê ew û xwişka wî ya 68 salî ku nikare bibihîze û bibîne, rizgar bûn. Ji şahidên komkujiya Êzidiyan Xezal Osman hînê dibêje qey eşîrên Ereb ên li derdorê avêtine ser gundê wan û neçar mane koç bikin. Xizmên wê, fermana rabûye jê re negotine, ji ber ku bi guman in nikaribe xwe li van êşan ragire.
Tirkmenên Şîî hatin qetilkirin
Elî Osman got, wan 40 rojên destpêkê bi jin û mêrekî ciwan re li benzînxaneya Qebayîl derbas kiriye û li rê û rêbazên çûna çiyê geriyane. Elî Osman diyar kir ku ev jin û mêrê ciwan heta ji aliyê çeteyan ve bên qetilkirin alîkarî dane wan û dîlgirtina wan jî ji hingî ve destpê kiriye.
Elî Osman ê ji gundê Şahabî bi van gotinan dest bi gotina hovîtiya DAIŞ'ê kir; "Berî em bigihêjin çiyayê Şengalê, DAIŞ'ê em li nêzî gundê Qendîlê zevt kirin. Em 3 kes li benzînxaneyeke li kêleka rê diman. Li wê derê ew her du kes kuştin û ez sax hiştim. Dûre em hatin Solaxê, bi qasî 20 mêrên pîr hebûn, em girtin. Du hevalên min jî li wir kuştin."
Dîlgirtiyan got, piştî 3-4 rojên li bajarê Şengalê ew bi awayekî komî birin Tel Aferê û dan zanîn ku wan dîtiye çeteyên DAIŞ'ê Tirkmenên Şîî bi hovane hatine qetilkirin. Elî Osman anî ziman ku ew 7 rojan li navenda Tel Aferê mane û piştre ew birine gundekî Tirkmenên Şîî û 2-3 mehan li wir dîl hatine ragirtin. Osman got, "Piştî ku 2-3 mehan em li wir dîl girtin, em birin gundê Koço. Bi qasî mehekê û 10 rojan em li Koço man, lê baş nayê bîra min. Em ji wir jî derxistin û ji me re gotin, 'ji bo we tên' û em derxistin. DAIŞ'iyan gotiye, civata me tê alîkariya me, lewma em birin gundekî din ê li Tel Aferê. Dûre em ji wir jî derxistin û birin Mûsilê. Mehekê em li wir hatin ragirtin. DAIŞ'iyan em ji wir jî birin Kerkûkê. Em li ser sînorê Kerkûkê danîn."
'Xwezî bişikestiya...'
Elî Osman da zanîn ku çeteyan çi extiyar çi seqet, nexweş û ciwan Êzidî hemû yan qetil kirin yan jî mîna wî û xwişka wî ya kêmendam dîl girtine û got, "Li me gelek êşkence hat kirin."
Osman ê 81 salî ku trajediya bi serê wan de hat nikare bi hevokan bibêje û axaftina xwe wiha dewam kir: "Vana mirovên kor, seqet, yên felc jî revandin. Ev ne wijdan e, ne qanûn e. Li gorî kêfa dilê xwe dihatin tehde li me dikirin. Keç, jin, ciwan hemû birin. Zarokên 1 salî jî dibirin. Gelekî zilm û tehdeyî li me kirin. Ji ber van tiştên bi serê me de hatin, em li qatê Xwedê dozdar in, em mafê xwe ji Xwedê dixwazin. Bila Xwedê mafê me ji wan re nehêle, bila wan helaq bike. Xwezî bişketibûna û nekarîbûna bihata."
Elî Osman got, wî şahidî kiriye li dîlgirtina 4 hezar Êzidiyan û anî ziman ku ji nava van yên ciwan hatine neqandin û birine cihekî ne diyar. Elî Osman got, çete li zarokên biçûk jî nehatine rehmê, ji hembêza dayikan girtine û birine û weha dewam kir: "Qanûna Xwedê li cem wan derbas nabe. Gelo mirovên di rêya Xwedê de bimeşe van tiştan dike? Qanûna wan ne qanûna mirovan e. Mirovên di rêya Xwedê de dimeşe tiştên rast dikin, tiştên bi xêr û bedew dike. Lê ev ne rêya Xwedê de ne. Di nava me de digeriyan, kî ciwan bûya, heta keçên 10 salî jî dibirin. Zarokê yek salî ji hembêza dayikê girtin û birin."
BOTAN GULAN/MAHSÛN ŞERÎF/ANF / ÇIYAYÊ ŞENGALÊ