- Qanûna Qeyser wê tesîreke mezin li aboriya Sûrî bike. Ji ber ku ticaret li herêmên Rêveberiya Xweser bi lîreyê Sûrî dibe, ev ê tesîrê li Rêveberiya Xweser jî bike. Aboriya xweser, kirrîna berhemên çandiniyê ji cotkaran, vekirina kargehan, teşwîqkirin û destekdayîna cotkaran ji bo çandina cureyên çandiniyê hemûyan, dikarin barê Rêveberiyê û xelkê sivik bikin.
KENDAL CÛDÎ
Tevahiya cihanê û nexasim gelên Sûrî çavên wan li 16ʼê Hezîranê ye ango roja ferzkirina cezayên aborî yên bi navê "Qanûna Qeyser" ên DYE’yê li dijî Sûriyê.
Qanûna Qeyser xwe li ser esasê cezakirina rejîmê ji ber bi êşkenceyê kuştina sivîlan hatiye amadekirin; serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump sala 2019`an bi navê parastina sivîlan ev qanûn wek cezayên aborî li dijî rejîma Sûriye îmze kir. Ev ceza ne tenê li dijî Beşar El-Esed in, lê belê kesayet û wezîrên hikûmeta Sûriye, hema dewlet hemû û hêzên ku destekê didin rejîma Sûrî û di serî de jî Rûsya û Îran jî dikevin ber wê.
Piştî ku dema ferzkirina Qanûna Qeyser hate ragihandin, êdî aloziya Sûriye kete qonaxeke din. Beriya her tiştî, armanc ji vê qanûnê helbet ne xistina rejîma Sûriyê û Beşar El-Esed e, bila ti kes xwe bi vê hêviyê ve nexapîne. Esed, ji bo dîzaynkirina Rojhilata Navîn, heta demeke din jî erka xwe heye. Lê ev qanûn ji bo pêşîlêgirtina jinûveavakirina Sûrî weke gaveke destpêkê ya Emerîkayê ye.
Lê rastiyeke din jî heye ku Qanûna Qeyser wê rejîma Sûriye bêhtir tengav bike, bi gotineke din wê hundirê Sûriye bihejîne û derbeke din li aboriyê bide. Nexasim derketina xwepêşandanan ji ber rewşa aborî ya zehmet li Siwêda, Şam û herêmên din ên Sûriye di van rojên dawî de û bilindbûna nirxê dolar li hemberî lîreyê Sûriyê di vê çarçoveyê de ye. Bi wê re jî jiyana sivîlan gelekî zehmet bûye û dê zehmettir bibe.
Hewlên rejîmê ji bo sivikkirina derbên Qanûna Qeyser
Li aliyekî din jî Qanûna Qeyser nakokî xiste nava malbata Esed. Jixwe, yek ji armancên wê jî ew e ku nakokiyan bixe nav Elewiyan. Nakokiya di navbera Beşar El-Esed û kurê xalê wî Ramî Mexlûf de ku karsazekî sereke yê Sûriyê ye, qismî çûna serî ya vê armancê ye.
Rejîma Sûrî jî ji bo bandora qanûnê sivik bike, dest bi guhertinan kir. Çend wezîr, di nav wan de jî wezîrê aboriyê, hatin guhertin. Her wiha qaşo di bin navê şerê li dijî gendeliyê de kesayetên di saziyan de jî hatin guhertin. Lê ji ber ambargoya li ser herêmên rejîmê û nebûna çavkaniyên jiyanê yên wekî çandinî û petrolê, bi van guhertinan rejîm wê nikaribe bandora qanûnê sivik bike.
Rûsya herçiqasî dixwaze destketiyên xwe yên leşkerî rewa bike û wan destketiyan bike destketiyên siyasî û alternatîfa Beşar Esed amade bike jî, lê di vê demê de ketiye nava hewldanan ji bo desteka aborî bide rejîma Sûriyê.
Gelo Rûsya wê Tirkiyê bike tampon ji rejîmê re
Rûsya dixwaze bi rêya dewleta Tirk ku ew bi xwe di nava çirava aborî de ye, destekê bide rejîma Sûriyê. Vekirina dergehên bazirganiyê di navbera herêmên ku çeteyên dewleta Tirk dagir kirine û herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyê de, beşek ji hewldana Rûsyayê ye. Gelo di vir de wê Tirkiye bikare destekê bide yan na, ev jî cihê nîqaşê ye.
Îran jî weke aktoreke sereke ya vê aloziyê, desteka aborî û leşkerî dide Beşar El-Esed, lê belê nikare alîkariya lazim bide El-Esed. Nexasim cezayên aborî yên Emerîkayê bi xwe li dijî wê hene û piştî derketina şewba vîrusa koronayê, aboriya Îranê wekî gelek dewletan derbeke mezin xwar.
Herêmên ku Rêveberiya Xweser bi rê ve dibin, herçiqasî xwedî dewlemendiyeke sererd û binerd bin jî bêguman wê para xwe ji pêkanîna qanûnê bigirin. Sedema sereke ya vê jî, Ii herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî karê bazirganiya navxweyî bi lîreyê Sûriyê tê kirin.
Rêveberiya Xweser dikare çi bike?
Nûnerê DYE`yê William Roebuck di 23`yê Gulanê de li Kobanê, dema bi rêveberiya herêma Firatê re rûniştibû, ragihand ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye nakevin çarçoveya Qanûna Qeyser. Lê heta niha ne Emerîka û ne dewletên nava Kooalîsyona Navneteweyî ku niha bi QSD`ê re li dijî hêza terorîst DAIŞ`ê şer dikin, gavên alîkariya Rêveberiya Xweser neavêtine.
Ji bo ku Rêveberiya Xweser bandora Qanûna Qeyser sivik bike, bêguman rêbaza herî serketî aboriya xweser e. Rêveberî dikare berhemên çandiniyê ji cotkaran bikire û kargehên hilberînên van berheman veke da ku bikevin xizmeta gel. Rê bide projeyên taybet ku gel bi awayekî xweser ji xwe re veke.
Gaveke din; teşwîqkirin û destekdayîna cotkaran ji bo ku cureyên çandiniyê hemûyan biçînin û kirrîna wan berheman bi nirxekî guncaw. Nexasim niha dema çînina genim, ceh û berhemên din e. Her wiha peydakirina madeyên sereke yên xwarinê ji derve û depokirina wan jî ji erkên muhim e. Bi van gavan, Rêveberiya Xweser dikare barê gelê xwe sivik bike û gel zêde zerarê nebîne.