Pêşniyaza endamê Meclîsa Eyaleta Kalîforniyayê ya li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Adrin Nazarian a ji bo “Tirkiyeyê tecrîd bikin” (Divest Turkey) hat qebûlkirin. Ev qanûna bi nîşana AB 1597 bi yek dengî ji aliyî 61 endamênm meclîsê yên di dengdanê de amade ve hat qebûlkirin.

Armanca qanûnê ew e ku tedbîrên senatoyê yên kontrola fînansê ên li derveyî Emerîkayê berfirehtir bike. Armanca endamê meclîsê Adrin Nazarian ew e ku pereyên welatiyan ên bacê ji bo alîkariya Tirkiyeyê neyên bikaranîn ku “hîna edaleta di warê qirkirina Ermeniyan de” bi cih neaniye.  

Gavek li dijî Tirkiyeya dijberê demokrasiyê

Saziyên civaka Ermenî li Kalîforniyayê malavahiya Adrin Nazarian kir, ji ber ku wî serketî serkêşiya qebûlkirina qanûnê kir. Di heman demê de van saziyan malavahiya endamên meclîsê yên 2016´an hilbijartî jî kir.

Parlemanterê Ermenî Nazarian axaftina xwe ya beriya qebûlkirina qanûnê ya li meclîsa eyaleta Kalîforniyayê wiha da destpêkirin: “Komara Tirkiyeyê naxwaze qirkirina Ermeniyan qebûl bike. Di heman demê de kampanyayeke bê navber ji bo mandelkirina qirkirinê bi rê ve dibe. Ev cihêkeriya li dijî Ermeniyan, Yewnanan, Suryaniyan û gelek komên din ên etnîk ên ku zilma hikûmeta Împeratoriya Osmaniyan li wan bû, dewam dike. Veberhênanên Kalîforniyayê li Tirkiyeyê, bi awayekî ne yekser mandelkirina qirkirinê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve destek dike. Ev qanûn helwêsta Kalîforniyayê dide dewam kirin ku bi awayekî guncaw miamele dike bi wan welatan re ku mafê mirovan binpê dikin û li dijî demokrasiyê dixebitin.” 

Pêşîgirtina li lobîvanên Tirkiyeyê

Nazarian piştî erêkirina qanûnê jî got, “Ez pirr dilzîz im û deyndar im ji ber ku hevalên min ên li Meclîsê di vê têkoşîna ji bo edaleta ji bo 1,5 milyon ruhên Ermeniyên di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dayî, aliyê edaletê girtin. Eger Tirkiye mandelkerên Emerîkî yên qirkirina Ermeniyan fînanse bike, divê ew di warê fînansê de bên cezakirin.” Maneya vê jî ew e ku Tirkiye êdî wê nikaribe lobîvanên xwe li Eyaleta Kalîforniyayê bi hêsanî fînanse ango bertîl bike.

Civakên Suryanî û Yewnan ên li Kalîforniyayê jî piştgiriya vê qanûnê kirin. Yek ji van  AYF-WR ye ku biryar bi van gotinan nirxand: “Erêkirina qanûna AB 1597 ji aliyê meclîsê ve gaveke girîng e ji bo dawîanîna hevkariya eyaleta Kalîforniyayê ya bi Komara Tirkiyeyê re ku yek ji mezintirîn binpêkerên mafê mirovan ên dinyayê ye. Ji vê û wê de ji bilî şaşiya exlaqî, nabe ku nîv milyon pereyên welatiyan li welatekî mîna Tirkiyeyê werin razandin, li welatî serokkomar Erdogan ku aboriya wî ji hev de dikeve.”

Kampanyaya Tirkiyeyê Tecrîd bike, weke kampanyayeke hevkar a Federasyona Ciwanên Ermenî (AYF) li Rojavayê DYE´yê û xwendekarên Ermenî li zanîngehên Kalîforniyayê Kanûna 2014´an dest pê kir. Kampanyayê banga tecrîdkirina malî ya Komara Tirkiyeyê ya navneteweyî dikir, da ku bikin ku ji Tirkiyeyê hesab karibe bête pirsîn di biwarê binpêkirinên mafê mirovan li dijî Ermeniyan, Kurdan û hindikahiyên din ên li Tirkiyeyê ku li zilm û niheqiyên dewletê rast tên.

Beriya niha Kalîforniyayê biryarên dişibin vê ji bo rejîma Apartheid a Başûrê Efrîkayê sala 1986´an dabû. Piştre jî ji bo Sûdanê ji ber qikirina xelkê Darfurê biryareke tecrîdkirina malî hatibû dayîn. 


 SACRAMENTO