Piştî civînê rayedarên dewleta Tirk gotin, em ê qebûl nekin ku Emerîka mîna li Minbicê serî li me bigerîne. Bi vî awayî jî li binketina xwe ya li Minbicê jî mikur hatin.

RÊŞAD SORGUL

Dewleta Tirk a dagirker gefan li Kurdan bi giştî dixwe, nexasim jî di van demên dawî de li Rojava dixwe. Ji ber ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî awayekî nû yê rêveberiyê pêk tê û ev awa panjehra dewletên qewmî yên dewleta Tirk e. Dewleta Tirk a qewmî ya li ser înkara qewmên din hatiye avakirin li hemberî vê rewşê dîn û har dibe, ji bo têkbirina vê sîstemê hewl dide her tiştî bike. Herî dawî jî bi navê qaşo herêmeke ewle dixwaze mîna Efrînê tevahî Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Ji bo vê jî hewl dide Hêzên Koalîsyonê, nemaze jî Emerîkayê razî bike. Di vê çarçoveyê de li Enqerê bi fermandar û siyasetvanên Emerîkayê re 3 rojan civiyan.

Li ser naveroka civînê gelek guftûgo hatin kirin û têne kirin. Ajansa Mezopotamyayê xwe gihandiye hin agahiyên der barê naveroka civînê de û bi raya giştî re parve kirin. Bêguman ev agahî di asta îddîayê de ne. Lê dîsa jî hêja ye ku mirov hinekî bi wan dakeve û wan li seradê bide.

Talî dîsa xwe avêt DYE´yê

Li gorî agahiyan, herêma ewle wê 5 kîlometreyan berfireh û 100 kîlometreyan dirêj be. Ango ev herêm ji Grê Spî destpê dike û digihîje Serêkaniyê. YPG û QSD wê xwe ji vê herêmê vekişînin û Meclîsên Eskerî yên herêmî wê parastinê bikin. Yanî wê Meclîsa Leşkerî ya Grê Spî û Serêkaniyê ewlehiya vê herêmê bikin. Navendeke Koalîsyonê wê li herêmê hebe û wê ev navend were agahdarkirin. Navend wê nuqteyên kontrolê jî ava bike. Jixwe, ji bo “Navenda Tevgerê ya Hevpar” a li Tirkiyeyê bê avakirin, leşkerên Emerîkayê pêr gihiştin Rihayê. Bi vî awayî jî dewleta Tirk a qaşo li dijî Emerîkayê careke din eskerên Emerîkayê li nava Tirkiyê bi cih kirin.

Kurt û Kurmancî agahî ev in. Eger wisa be, eşkere ye, ev yek wê ne bi dilê dewleta Tirk be. Jixwe, piştî civînê daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ev yek nîşan da. Hema yekser gotin, em ê qebûl nekin ku Emerîka mîna li Minbicê serî li me bigerîne. Bi vî awayî jî li binketina xwe ya li Minbicê jî mikur hatin. Û dîsa lê mikur hatin ka hefsarê wan di destê de ye.

Tu li ku yî?

Jixwe, di civînê de yek ji xalên din ên ku hatiye guftûgokirin ew e, dewleta Tirk derdikeve derveyî mîhwerê yan na. Yanî ji dewleta Tirk dixwazin, cih û aliyê xwe zelal bike. Lema mirov bi hêsayî dikare bibêje, dewleta Tirk di rewşeke teng de ye, û hewl dide vê bi dagirkeriyê çareser bike. Beriya bi çend rojan, fermandarekî artêşa Tirk ê teqawît kirin, eşkere anî ziman ku dewleta Tirk li Sûrî di çiravê de bist bûye. Hevdîtinên dewleta Tirk bi awayekî bi dizî li Îmraliyê bi Rêber Apo re dike jî vê tengasiyê li pêş çavan radixe.

 
 

Ne herêma ewle çareseriya aştiyane

 

Tevî akademisyen Gonul Tol, ji fermandarên berê yên Fermadariya Giştî ya DYE´yê Joseph Votel ji kovara The National Interest re bi navê  “Herêmeke ewle ya Sûrî wê ji çareserkirina pirsgirêkan bêhtir rê li bre pirsgirêkan veke”  gotarek nivîsand. Herdu nivîskar bi bîr dixin ku herêmên ewle bi giştî ji bo “parastina xelkê li herêmên şer” tên çêkirin û dibêjin, “Ferzkirina herêmeke ewle ya 20 mîlan (bêhtirî 30 kîlometreyan) kûr wê tesîreke berevajî bike - gelekî muhtemel e ku ji sedî 90´ê Kurdên Sûrî ji cih û warên wan bike. Ev ê rewşa insanî ya herêmê xirabtir bike û jê re divê ku bêhtir hêza eskerî li herêmê bê bicihkirin.”

Ew bi îhtîmam dibêjin ev herêma ewle wê zirarê bike li berjewendiyên Emerîkayê jî û di dawiyê de jî piştî îşaretkirina bi mekanîzmaya li Minbicê weke çareseriyeke demkî, digihijin vê encamê: “Lê çareseriya îdeal ji bo dîlemaya ewlehiyê ew e ji bo hemû aliyan ku Tirkiye pirsgirêka xwe ya Kurd bi aştiyane çareser bike. Dibe ku şert û mercên li Tirkiyeyê ne guncaw bin, … dîsa jî DYE divê dîplomatîk angaje be da ku çareseriya aştiyane teşwîq bike.”