Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Minareya Çarling hat qetilkirin. Di ser qetilkirina Elçî re 3 sal derbas bûn, lê belê hîna jî cinayet nehatiye zelalkirin.

Serokê Baroya Amedê yê berê, Mehmet Emîn Aktar, li ser mijarê axivî û got, “Em jî dizanin û dozger jî dizane kê Tahir kuştiye. Di dosyeya lêpirsînê de der barê guleya polîsan de êdî guman neman. Delîlên heyî nîşan didin ku bi guleya polîsan hatiye kuştin, wekî din îhtimal tine ne.

‘Mesele heqîqeta li pişt kuştinê ye’ 

Aktar, cinayeta Tahir Elçî wekî berdewama cinayetên kiryar nediyar ên li Kurdistanê bi nav kir û cinayeta rojnamevan Cemal Kaşikçi û Tahir Elçî da ber hev û got, “Bûyera Tahir Elçî jî li ber çavê civakê qewimî. Li cihên bûyerê kamera hebûn. Belkî ew dîmen bi civakê re nehatin parvekirin, lê belê dîmenên rojnamevanan nîşan didin li ber çavê herkesî qewimiye. Divê ji vê hêlê lê bê nihêrîn. Cudahî ev e. Yek li ber çavê dewletê yanî li ber konsolosxaneyê pêk hat. Ya din jî li ber çavê dewletê. Yanî dîtina kiryarên cinayeta Tahir Elçî hêsantir e. Lê mesele ne dîtina kiryar e, lêpirsîna heqîqeta li paş vê ye.”

 

MA/AMED