Qatilê kurdê 15 salî nijadperestekî Elman e
Polîsê Elman bi israr Daniel S. ê ku zarokê Şengalî Arkan ê 15 salî qetil kir, diparêze. Lê niha derket holê ku ew nêzî fikrên nijadperestên Elman e. Saziyên Kurd û parêzerê malbata wî ragihandin u ew ê dev ji dozê bernedin.
FADIL DONMA
Li bajarê Elmanyayê Celle, Arkan Hussein Khalaf (Xelef) ê 15 salî di encama êrişeke bi kêrê de jiyana xwe ji dest dabû. Êrişkar kesekî bi navê Daniel S. bû. Niha derket holê ku têkiliyên wî bi rastgiriya tundraw û nijadperestiya Elman re heye. KON-MED û NAV-YEK’ê li cihê êrişê daxuyanî da, got, qetilkirina zarokê Êzîdî bi sedemên nijadperest bûye û wan xwest êv sûcê hanê bê rohnîkirin.
Arkan kurê 15 salî yê malbata Xelef bû ku ji ber fermana bi destê DAIŞ’ê ji Şengalê xwe xilas kiribû û li Elmanyayê, li bajarê Celle bi cih bûbû. Elmanekî bi navê Daniel S. ê 29 salî, 7’ê Nîsanê êvarê li ser rêya Gara Trênê gava ku Arkan li ser bisiklêtê xwe li lembeyeke trafîkê sekinîbû, bi kêrê êrîşî wî kiribû. Arkan di encama birînên xwe de jiyana xwe ji dest dabû. Hê hingê polîsê Elman daxuyaniyên ecêb dabûn û ew gumana gelo polîs dixwaze ser bûyerê bigire, bi gelek kesan re çêbûbû. Lewma polîs gotibû sedema êrişê nediyar e û ji bo qatil jî gotibû şaşwaz bû. Kesên li wê derdorê êrişkar girtibûn û teslîmî polîs kiribûn. Niha derket holê ku qatil nêzî fikrên nijadperestên Elman e.
Gelo polîs ser bûyerê digire
Sûcên ji ber narkotîkê yên Daniel S. berê hene; polîs îdîa dike ku pirsgirêkên wî yên psîkolojîk hene. Polîs wekî din îdîa dike ku kirinên wî yên heta îro ti delîlan nade wan ku êriş “ji ber dijminahiyan li dijî biyaniyan be”. Yanî li gorî polîs, êriş tesaduf e. Helbet em behsa polîsê Elman dikin ku berê di êrişên NSU’yê de qurbanî bi xwe gunehkar dikirin û bi ti awayî li îhtîmala êrişên naziyan nedifikirî.
Êrişkar kî ye?
Lêkolînên li ser êrişkar vê îdîaya tesadufbûnê ya polîs pûç dikin. Hesabên wî yên Facebookê hin peyaman didin. Ev asîstanê miqatebûna li nexweşan xwedî du hesabên Facebookê ye. Di herdu hesaban de jî bêhtirî 700 hevalên wî hene. Hevalên wî yên Neo-Nazî û gelek cureyên din ên nijadperestan jî hene. Ew îdeolojia QAnon dişopîne ya li ser înternetê belav. Wekî din ew daxuyaniyên dijminê Cihuyan jî diecibîne.
AfD’ê kêfa xwe anîbû
Partiya nijadperest a Elman AfD gava êriş pêk hat, li ser hesabê xwe weke ku biyaniyekî êriş kiribe, da nîşan. Gava ku derket holê nijadperestekî Elman êriş kiriye, tweeta xwe jê bir û şirove jî asteng kirin.
Parêzerê malbata Xelef Fuat Yalti bi xwe jî Êzîdî ye. Ew dibêje, “Ez ê vê dozê heta dawiyê bibim.” Federasyona Komeleyên Êzîdiyan NAV-YEK, KON-MED, komên femînîst ên jin, û Die Linke (Partiya Çep) sersaxî ji malabat Xelef re xwest.
Me got qey ev der ewle ye!
Dayika Arkanî, Koçer Xelef jî got, wan gotiye qey Elmanya Ewle ye, ji ber wê wan xwe gihandiye Elmanyayê û wiha dewam kir: “Me çi zanî wê me li vir jî di xwîna me de bifetisînin. Heta em sax in em ê dev ji vê doza xwe bernedin.”
Li cihê lê hatî qetilkirin hat bibîranîn
Hevserokê KON-MED’ê Tahir Koçer û endamê NAV-YÊK’ê Yilmaz Kaba jî çûn cihê êrişê. Koçer got, ew ê vê dozê bişopînin û xemgîniya xwe îfade kir ji ber ku krîza koronayê nehiştiye ew bi xweşikî xwedî li dozê derkevin. Wî wiha dewam kir: "Em ê vê êrişê ji bîr nekin. Kezeba me dişewite. Serê malabatê sax be."
Yilmaz Kaba jî nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên polîsê Elman da û got, “Dixwazin ser hin tiştan bigirin. Nabêjin ev êrişeke faşîst e. Em vê helwêsta wan qebûl nakin. Em ê lêbikolin, em ê rohnî bikin meseleyê.”