Qatilê xwe pak Delîl jî tine kirin
Dewleta Tirk a ku bi polîsên xwe li Amedê zarokên Kurdan dide qetilkirin, di bûyera qetilkirina Omer Koç ê 17 salî de peyameke eşkere da: ez ê Kurdan li her derî bi heman sîlehî qetil bikim.
Li gorî nûçeya di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de tivinga nêçîrê ya ku polêsan pê Omer Koç ê 17 salî 4’ê Cotmeha 2015’an li taxa 5 Nîsan a Baxler a Amedê kuşt, şandine Efrînê û ev çeka hanê hîna jî li Efrînê ye. Di lêpirsînê de derket holê ku tivinga nêçîrê a ku polîsan pê Omer Koç kuşt, dan tîmên taybet û tîmên taybet jî ew tiving bi xwe re bir Efrînê. Ev çeka kujerî hê jî li Efrînê ye. Ango dewleta Tirk, çeka xwe ya ku polîsê wê pê li Amedê zarokekî 17 salî qetil kir, şand Efrînê ji bo ku di êrişa dagirkeriyê de li Efrînê zarokên Kurd pê qetil bike.
Omer Koç, 4’ê Cotmeha 2015’an li Taxa 5 Nîsanê ya Baxler a Amedê, ji bo ku li maça futbolê temaşe bike berê xwe dabû qehwexaneyê, dema ku ji malê derket kolanê, polîsan ji maşîneya “Ranger” bi tifinga nêçîrê gule berdan Koç û li kolanê ew qetil kirin. Dema polîsan Koç li kolanê qetil kir, destûr nedan ku ambûlans bê cihê bûyerê. Piştî ku dayik û bavê Koç hatin cihê bûyerê cenaze rakirin, û bi ambulansa 2 kolan wêde birin nexweşxaneyê. Lê Omer Koç li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê Serdozgerê Komarê der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin. Di heman şevê de li Bazara Sêşemê ya Taxa Huzurevlerî jî polîsan Rezan Kaya yê 20 salî qetil kiribû. Polîsên ku li 5 Nîsanê û Huzurevlerî 2 ciwan qetil kirin, li Şaxa Têkoşîna Bi terorê re (TMŞ) girtek girtin û wekî ku endamên rêxistinê bin û bi çekên lûledirêj êrîşî wan kiribin, her du bûyer qeyd kirin.
Destên Omer Koçî paqij bûn
Di nûçeyê de nûçegihanê MA´yê Deniz Tekin, dibêje, piştî polîsan Omer Koç qetil kir, li nexweşxaneyê otopsiya Koç hat kirin. Di muayeneya bedena mirî ya Omer Koç de li gorî girteka otopsiyê şopa barûdê û çekê li ser destê Koç nehat dîtin. Li bedena Koç birîna 4 guleyên çekê hat dîtin. Hat diyar kirin ku ji bedana Koç guleyek mezin a tivinga nêçîrê derketiye. Li gorî nûçeyê, di rapora otopsiyê de hat diyar kirin ku Omer Koç ji ber guleya tivingê ku li dil û kezeba wî ketiye û parçe kiriye, jiyana xwe ji dest daye. Di rapora li Midûriyeta Laboratuwara Krîmînal amadekirî de hat diyarkirin ku guleyên ji bedena Koç derketine li gorî lêkolîna balistik a li ser guleyê hatiye kirin, nehatiye tespîtkirin ka ji kijan tivinfa nêçîrê hatiye avêtin.
Dayika Omer Koç, Heremsî Koç, têkildari qetilkirina kurê xwe 5 mehan piştî bûyerê, 12’ê Adara 2016’an gilî kir û îfade da. Dayik Heremsî Koç di îfadeya xwe de got “Kurê min Omer karê xurdeyan dikir. Saet di 19.30’an de hat mal, xwarin xwar û derket. Piştî ji malê derket dengê çekan hat min. Piştî bûyerê kesekî bi telefona Omer li min geriya û got, kurê de birîndar e zû were. Ez ji ser hişê xwe çûm. Piştî ez hatim ser hişê xwe û çûm cihê bûyerê Omer li erdê dirêjkirî bû. Dema em çûn cihê bûyerê polîsan bi gazê mudaxale dikir. Ambulans li kolana din rawestiyabû. Min û hevserê xwe rahişt Omer û me bir ambulansê.”
Polîsan Omer qetil kir
Bav Mehmet Koç jî di îfadeya xwe de diyar kir ku piştî ku kurê wî piştî xwarin xwar ji bo maçê temaşe bike derket derve, û kesekê bi telefona Omer li dayika wî geriyaye û got “Polîsan Omer kuşt” û wiha got: “Piştre em çûn cihê bûyerê. Dema ez çûm cihê bûyerê, kurê min li kolanê dirêj bûbû. Li cihê bûyerê Ranger, 2 maşîneyên zirxî û TOMA´yek hebû. Polîsan bi gazê êriş dikir.”
Tiving li ser polîs zimetkirî bû
Dozgerê lêpirsînê, lêpirsîna dosyayê avêt ser Buroya Sucdarên Karmendan. Hezîrana 2016’an dosya şand Buroya Memûran. Dozgerê Lêpirsînê di sibata 2017’an de dosya şand ji Midûrê TMŞ‘ê yê Midûriyeta Polîsan a Amedê. Buroyê, der barê polîsên di nava yekîneya Dogan 4 û Doğan 5’an de agahiya ka gelo Polisên qatil tivinga nêçîrê bi kar anîye ya na, xwest. Herçî Midûriyeta Polîsan a Amedê ye, got, ji bo mudaxaleya buyerên civakî di nava yekîneyê de polîsê tevgera taybet F.K., ji bo deriyên xaniyên tîpa hucre veke, di 17’ê îlona 2015’an de tivinga nêçîrê ya bombeyî ya 12. Cal Mosberg teslîm kiriye. Di bersivê de hat îdîa kirin ku roja bûyerê bi vê tivingê gule nehatiyeteqandin.
Tivinga polîs bû, lê derew jî yên wî bûn
Endamê yekîneya Dogan 4 ku piştî bûyerê teqawît bû, polîsê tevgera taybet F.K. (53) ku tohmetbar e, 19’ê Kanûna 2017’an bi sedema “Bi çekê bûye sedema kuştinê” îfade da. Polîs F.K. îdîa kir ku beşdarî operasyonên li Sûr û Farqînê bûye û di Berxwedana Xwerêveberiyê de êrîşî xwerêveberiyê kiriye. Di îdîaya xwe de F.K. got, piştî êrîşên li dijî xwerêveberiyê bi dawî bûne, wî tivinga nêçîrê teslîmî depoyê kiriye
Delîl û çek şandin dagirkeriya Efrînê
Di nûçeya MA´yê de tê gotin, dozgerê Buroya Sucdarên Memûr ya girêdayî Serdozgeriya Komarê ya Amedê, xwest guleya tivingê ya ji bedena Omer Koç hatiye derxistin û tivinga marka Mosberg a li ser navê polîs F.K. zimetkirî bê lêkolînkirin. Ji bo vê yekê 8’ê Adara 2018’an nivîs ji Midûriyeta Polîsan a Amedê re hat şandin. Midûrê TMŞ‘ê yê Midûriyeta Polîsan a Amedê bi îmzeya xwe 13’ê Nîsanê ev bersiv da: “Li gorî nivîsa hêjmar 04/10/2015’an hatiye xwestin ku çeka polîs a marka 12 Cal Mosbergê ku bûye sedema qetilkirina Omer Koç bê lêkolînkirin. Lê bi nivîsa hat xwestin der barê çeka 12 Cal Mosberg a hêjmara wê J 28 1753 lekolîn hatiye kirin. Çeka qala wê tê kirin, teslîmî zimeta Polîsê Tîmê taybet ê tev li operasyona “Zeytin Dali” (Dagirkirina Efrînê) bûye, hatiye kirin. Ji ber vê yekê li ser vê çeka navborî lêkolîn nehatiye kirin.”
Komîsyona Hiqûqê ya Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê ku dozê dişopîne destnîşan kir ku keşif nehatiye kirin û delîl nehatine komkirin. Ya eşkere û darîçar ew e ku dewlet li Kurdistanê ya dilê xwe dike, zarokan jî dikuje, kujerên xwe xelat dike, çekên xwe jî bi her awayî di xizmeta dagirkeriya xwe de bi kar tîne. Peyameke eşkere dide, ez ê zarokên we li Amedê jî li Efrînê jî bi heman çekan qetil bikim. NAVENDA NÛÇEYAN