Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di bin banê Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê li ber parka Baxî Giştî ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdbakurê Kurdistanê ji aliyê sedan kesî ve çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên li hemberî terora dewleta Tirk hatin berzkirin û di çalakiyê de peyamên bo piştgiriya bakurê Kurdistanê hatin gotin. 

Hevseroka Herêma Silêmaniyê ya Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê Ronak Mecîd diyar kir ku ji bo 60 welatiyên li Cizîrê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin wan ev çalakî li dar xistine û dê her li gel berxwedana bakurê Kurdistan bin. Her wiha di çalakiyê de pêşmergeyê kevn û Cîgirê Sekreterê Komelaya Pêşmergeyên Kêmendam Şêrko Şêx Nûrî jî di çalakiyê de cih girt û û wiha got: “Weke pêşmergeyekî kevn, li gorî min xak her yek xake, çiya her yek çiyane û Kurdistan her yek Kurdistane. Li her çar peçeyên Kurdistanê dijmin her yek dijmine û dijminê me tevane. Her wiha xebata tê kirin jî her xebata me tevane. Em dibin şehîdên wê dawiyê yên Cizîrê, tenê ji ber ku Kurd bûn bi awayekî bê tewan û guneh hatin qetilkirin.”


 DÎHA/SILÊMANÎ