Rojnameya Kurdistanê derçû, rojnameya zarokan Gelale, Hewarî Kurd, Niştimanî Kurd, Xebat û wd hatin weşandinê. Nivîskar û lêkolîner Ahmed Balayî li ser babeta Komara Kurdistanê û Pêşewa Qazî Mihemmed semînerekê pêşkêş kir. Di semînera ku komek nivîskar û rewşenbîrên kurd jî tê de amade bûn de, Balayî bi berfirehî li ser destpêka damezirandin û heta têkçûnê ya komarê sekinî û helwesta Qazî jî wek xwefidakirin destnîşan kir. Rêzesemînerên ku ji aliyê Civaka Azad ya Berlînê ve her hefte bi babetên cihêreng ve têne lidarxistin, li Spandau ya Berlînê li Nandana Anatolia didomin. Di van rêzesemînarên ku bi awayekî bi rêk û pêk têne dayîn de, her carê hejmarek rewşenbîr, nivîskar û guhdar jî beşdarî dikin.

 
Komara Kurdistanê

Di semînera nivîskar û lêkolîner Ahmed Balayî ya vê hefteyê de babet Komara Kurdistanê ya 1946’an bû. Di semînerê de her wisa nivîskar û rewşenbîrên wekî, Kurmanc Hariky, Tariq Hesso, Kovan Sindî, Armanc Nêrweyî, Dirbas Yusif, Ferset Hajî, Osman Salih, Sîpan Reş, Celîl. Sahbaz û hwd beşdarî kirin.
Ahmed Balayî di destpêka gotara xwe de mercên serdema avakirina komarê vegot û da zanîn ku komar di encama dagirkirina Îranê ya ji aliyê hêzên Îngilistan, Sovyet û Amerîkayê ve hatiye holê û her gava wan hêzan arîkarî û desteka xwe ji herêmê vekişandine jî komar têkçûye.  Nivîskar Ahmed Balayî derbarê serdema damezirandina komarê de ev agahî pêşkêş kirin: “Komara Kurdistanê di mercên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de piştî ku hêzên Yekitiya Sovyetê û Îngilistan, Îran dagir kirin derkete holê. Di wê demê de Kurdistan bi awayekî -de facto- serbixwe mabû û Sovyetê jî ji bo îlana komareke kurdan soz dabû.
 
Şert û mercên demê

Ev rewş bû sedem ku sînorekê ji zilm û stema Riza Şah bê danîn, ew serdema Riza Şah wisa bû ku hîç behsa azadiyê nedibû, heta bi derbirîna hizr û boçûnan jî tune bû. Ev ji bo tevahiya gelên wir ku di nav de kurd, azerî, ereb, ermen û faris jî hebûn, her wisa bû. Gelên wê derê ji vê rewşê mifa kirin û şiyan ku hindek rêkxiravên siyasî û çandî damezirînin. Di wê demê de 60 rêxistinên siyasî hatin avakirin. Salên 1942 û 43’yan de azadiyeke berbiçav hat jiyîn.
 
Komeley jiyanewey

Her wiha Komeleya Jiyanawey Kurd hat damezirandin. Destpêkê 15 kesan tê de cih digirt ku tev jî kurdperwer û niştimanperwer bûn. 15 kes di nav du heyvan de bûne 100 kes. 3-4 meh derbas bû bûne 4 hezar endam.  Taybetmendiyên girîng ên komeleyê jî ev bû ku kesên bûbûna endam diviyabû tevahiya jiyana xwe tê de biborînin û hîç çênedibû ku biçîne nav rêxistineke din da ku raz û nehiniyên wê ji derve re aşkere nebûna. Jin û mêr dikaribû bibine endam weki xwişk û bira çênedibû ku cudahiyê bixine navbera wan de. Komele nêhênî bû bi tenê çend kesan hevdu nas dikirin wekî din veşartî dimeşiya.
Di havîna 1944’an de komeleyê bang li Qazî Mihemed kir û got; me divê tu jî ciyê xwe di nav vê komeleyê de bigirî. Kesayetiyeke navdar î û xelk te nas dike, bandora te li ser gel zor e. Qazî jî razî bû. Piştre bû sedem ku gelek kes û eşîr û navdar bêne nêv komeleyê de. Her wisa karên komeleyê berfireh bû.
Qazî û li gel şandekê çûne paytext Bakûyê. Heft roj berê Komara Kurdistanê ya Azerbeycan hatibû damezirandin. Wan jî mafên xwe dixwestin, îran jî neçar mabû ku qebûl bike, Tebrêz jî bûbû paytexta wan.
 
Daxwaza xweseriyê

Pêşewa Qazî Mihemed û li gel heyeteke çûne paytext Bakû. Heft roj berêya Komara Kurdistanê ya Azerbeycan hatibû damezirandin. Wan jî mafên xwe dixwestin, Îran jî neçar mabû ku qebûl bike, Tebrêz jî bûbû paytexta wan. Wek merc danîn pêşiya Qazî ku kurd tevli Komara Azarbeycanê bibin û behsa tu tiştekî din nekin. Qazî û heyetaa ligel ev teklîf ji binî ve red kirin. Gotin; ger wisa be em çima ji Îranê bi dûr kevin. Heyeta Sovyetê ku Bakirov serpereştiya wê dikir, mercên kurdan qebûl kirin û soza arîkariyê dan. Qazî vegeriya Mahabadê 60 kesên navdar ên kurd kom kirin û boçûnên Bakirovî ji wan re vegotin. Li wir pejirandin ku navê Komeley Jiyanewey Kurd wekî partî biguherînin û partî jî bêtir mezin bikin da ku xelkên ji her rengî xwe di nav de bibînin û birêkxistin bikin. Wisa jî 1946’an de partî hat damezriandin.
 
Rojeke pîroz û dîrokî

Qazî li ser ala Kurdistanê sond xwar. Li Kurdistanê bû cejn, şahiyeke mezin li dar ket. Gelek kar û xebat hatine kirin. Rojnameya Kurdistanê derçû, rojnameya zarokan Gelale, Hewarî Kurd, Niştimanî Kurd, Xebat û wd hatin weşandinê. Komeleyên jinan ku Qazî gelekî girîngî pê dida û Mîna Xanimê serpereştî dikir, hatin avakirin.  Şanoya Dayikê Niştiman li mala Qazî hat pêşkêşkirin. Di vê navberê de rejîm gelek caran êrîş dikir, lê nedikarî bi ser bikeve. Her wiha rola Mele Mistefa Barzanî jî girîng bû. Hêzên kurdan eşîrî bû. Herkesî tifing girtibû û hatibûne cengê. Efserên perwerdekirî yên ji artêşa Iraqê li gel Mele Mistefa hatibûn, hêzên komarê perwerde dikirin. Tu sozên xwe bi cih neanîn: ne aborî û ne jî leşkerî piştevanî nekirin. Yekitiya Sovyetê tenê li dijî êrîşên Îranê disekinî. Ew jî ji bo ku herêm ji destên wan dernekeve.
 
Peymana Tehranê

Amerîka, Îngilistan û Sovyet beşdar bûn. Îngilistan û Amerîka beşeke ji nefta başûr a Îranê xwestin, ya bakur jî ji bo Sovyetê hiştin. Sovyet bi dizî ve hêzên xwe vekişand û kurd û azerî mane bê xwedî û parastin.  Pevçûn derketin, kurdan gelek serkeftin bi dest xistin. Ev efserên giring li gel bûn: Ezzet Ebdilezîz, Mîr Hacî, Bekir Ebdilkerim, Xezrullah Ebdilkerim, Mustefa Xoşnaw, Mehmut Mehemed Qutsî, Barzanî bi ritbeya generalî bû, wek tê zanîn ne serokartêş bû. Herwisa jî ew wek penaber çûbû, ne ji bo beşdarî li şoreşê yan jî li komarê bike.  Generalên din jî ev bûn: Mihemed Huseyin Qazî, Reşît Xanê Banî, Emer Xanê şikak, Emer Xan û Mihemed Reşîdê Banî yekser peywendî li gel şahê îranê danîn. Gotin: em amede ne bi mal, can û leşker di xizmeta we de ne. Tu çi bêjî em li gel te ne. Îrân êrîş kir ser Azerbaycanê û ev her sê eşîrên kurd jî ji Kurdistanê ve lêdan.  Ev hêz mal û hebûnên xelkê kirine kelepûr, dikan û mal talan kirin. Azerbaycan şêlandin, xelk kuştin. Komara Kurdistanê nema. çend kes ligel Qazî man.  Îran soz da Qazî ku xwîn neyê rijandin, cardin ew ê bibe qazî li Mahabadê û pergal her mîna berê bimeşe.  Qazî bi xwe jî çendîn caran behsa bêbextiya îranê dikir ku soz daye kurdan, bi navê Quranê û ayetan sond xwarine û taliyê di nav mala xwe de ew kuştine ku di nav wan de kesayetên wek: Caferê şikakî, Elîxan, Cehwerxan jî hebûne. Lê dîsa jî gelek kesên mezin û navdar ketin navberê û soz dan ku careke din Qazî bibe waliyê Mahabadê. Her wisa Qazî jî ji bo ku gel di komkujiyê re derbas nekin, xwe radestî rejîmê dike. Qazî davêjine zindanê.
 
Sonda Qazî

Bi can û malê xwe ve heta dawiyê ezê alaya Kurdistanê, yekîtiya gel bipârezim. Ev sond li bîra min de ye, ez gel bernadim û naçim. Wê gel tev de bêne kuştinê, qetlîam çêbe. Ez ê bibim qurbana gelê xwe. 31’ê adarê her sê li Meydana Çarçira bi dar ve kirin. Herêm bû qada êrîşê, gelek xelk kuştin û karesat kirin.
 
YEKO ARDIL/BERLÎN