Gotinek heye dibêjin, ‘li min hal e, li te çi hewal e’?
Hal ew hal e; ‘hal’ û ‘hewal’ destbirak in; heta ku ehwalek neqewime li meriyan, meriv nakevin halekî xerab!
Wekî ji we jî eyan e hal xerab e, ehwal xerab in, û her roja ku diçe bi destê xeraban hal jî ehwal jî xerabtir dibe.
Ma ne, pêşiyan gotine, ‘ji xeraban ji xerabiyê pê ve tiştek nehatiye’?
Û niha xerab li ser hikum in, û ew li hêlekê ‘balyoz’ in li serê hinekan, li ser qahfê hinan jî kulm in!
Bala xwe bidinê, diranên wan ku di meriv de biçin, bê çi zirzalim in:
Di haftiya Mafê Mirovan de ‘pastarên arteşa mella’, serê siharên teng, destê êvarên dereng, garankî bi ser sazî û dezgehên Kurdan de digirin, xebatkaran desteser dikin, dest datînin ser kompyûteran, harddîsk û arşîvên rojname û ajansan!
Bivê nevê di rewşeke wisa xerab a ku her roj xerabtir dibe de, stirana ‘xerabo’ dikeve bîra min: xerabo, xerabo…li te xerabo’!
Xerabê di stiranê de yê gundekî ye, ew yên welatekî ne.
Û ev xerab dişibin dargerînka ku xwe li darê dilefîne, û pê re dixwaze darê, dara ku ji ber kok û qurmê ta çiqiliyê serî xwe lê pêçaye hişk bike.
Ev xerab dişibihin zexeliyê, zexeliya* ku çandiniya salê; nok be, nîsk be, genim be… hişk bike, biherimîne…
Karê xeraban jixwe herimandine:
Û xerab li ser hikum in!
Û ew naxwazin li tu kevirî bilikumin.Naxwazin li tu astengiyê rast verin, da bikaribin peywira xwe ya bingehîn bînin cih: Tebûtkirina* singê ‘desthelata serî bi kum û dest bi tizbî’ di milkê dewletê de!
Wan singê xwe kuta ne, û bi kûr de birine.  Ne tirsa wan ji hêza leşkerî a ku komar ji xetera bidestxistina hêzên paşverû diparast maye, ne jî ji muxalefeta ku diçin û tên, di meclîsê de  bi hev re’ gêra gavanan dikin’!
Di vê tevgerê de yên ku ji Xwedayê wan bawer nekin, yên ku destan nebestînin li ber rêberê wan ê ku di her axaftinê de ji ber gunehkariyê xilolîkên berazî dibarîne, teqez an girtinê ne, an jî ên  ji holê rakirinê ne!
Di paleya girtina mirovan de wekî tirpanê ne: Hê qeflek negihiştiye zîndanê qefleke din  bi ser hev ve dikin. Û dadgeh piştî her danişînê ‘qeflan’ qefle qefle taloqî roj û mehine din dike.
Tevî jî bi navê danheva ‘k’aya li tevî ‘c’eyê di nava ‘k’ayê de dike.!
Xerab her ku dixwaze bide hev, dibîne ku ne ‘k’ ji ‘c’ eyê vedibe, ne jî ‘c’ ji ‘k’ayê!
Gotine, ‘xerab xerabiye neke sebra wî nayê!
Hayê we ji xeraban hebe!
Qe nebe, bala we li ser xerabiyên li derûdora we be!