Di civînê de parlemanterê SPD´ê Rudiger Veit xwest ku Qedexaya PKK´ê piştî 20 salan were betalkirin. Civîn li navenda Yekêtiya Sendikayên Elman DGB´ê yali Frankfurtê bi piştevaniya Civaka Azad pêk hat û li ser navê rojnameya me Ozgur Polîtîka Mehmûd Seven jî axivî û nêrîna xwe li ser pirs û astengiya ramana azad li Elmanya anî ziman.
Nûnerê dju rojemevan Joachim Legatis jî derbarê qedexekirina PKKê de axifî û got, kesekî nêzîkatiya xwe nîşanî PKK´ê bide, di encamê de bi ceza û qedexekirinê re rû bi rû dimîne. Rojnamevan Joachim Legatis bi bîr xist ku parlemanterê Die Linke, Nicole Gohlke ji ber nîşandana ala PKK´ê bi dana 10 hezar euroyî hatibû cezakirin.
Li ser navê rojnameya me Mehmûd Seven jî di axaftina xwe de li ser dîroka qedexekirina PKK´ê agahî dan û bi bîr xist ku di sala 1993´an de bi konsepteke Ewrûpî û li ser daxwaza dewleta Tirkiyê qedexe hatibû rojevê. Seven daxwaza biryareke nû kir, derbarê qexekirinê de û berpirsiyariya dewleta Elman beramberî mîlyonek Kurdî bi bîr xist.
Nûnerê SPD´ê û Parlemanter Rudiger Veit behsa bûyerên salên 90´î kir û parve kir ku dewleta Elman hingê alîkariya leşkerî bi dewleta Tirk re aşkere dikir. Parlemanter Veit daxwaza nîqaşa betalkirina qedexaya li dijî PKK´ê kir û kêfxweşiya xwe ji hewldanên ji bo pêkanîna aştiyê yên aliyê Kurd û Ocalan jî îfade kir. Veit got, PKK aştiyane tev digere, lê heta niha qedexe betal nebûye, yek ji egerên wê dibe ku ji ber nebûna Lobiya Kurdan be.
Beşdaran jî bi pirs û nêrînên xwe, daxwaza betalkirina qedexeya li dijî PKK´ê ji hikûmeta Elman kirin.
MEHMET ATAÇ/FRANKFURT