
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên li dijî artêşa Tirk ên li Colemêrg, Bedlîs û Çewligê de herî kêm 18 esker hatine kuştin.
Navendê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên gerîlayan eşkere kirin.
Li Colemêrgê 17 esker hatin kuştin
Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin; "Di 29’ê Gulanê de di saet 04.00’an de hêzên me li dijî leşkerên Girê Şehîd Rahîme ya qada Oremarê ya li Geverê ya ser bi Colemêrgê, çalakiyeke sekvaniyê li dar xist. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin."
Navendê da zanîn ku heman rojê danê sibehî gerîlayan li dijî eskerên Tirk ên li Girê Elîşêr ê Geverê ji sê baskan ve çalakiyek li dar xistiye û tê de li baskekî 2 kozik hatine îmhakirin û 9 esker hatine kuştin, li baskê duyemîn û sêyemîn jî 6 eskerên Tirk hatine kuştin. Di vê çalakiyê de ku bi giştî 15 esker tê de hatin kuştin, gerîlayekî HPG´ê jiyana xwe hi dest da.
Heman rojê çalakiyeke din a li Colemêrgê li Tepê Çeta ya Şemzînanê bi rê ve çû. Di vê çalakiyê de hejmara eskerên kuştî û birîndarkirî ji aliyê HPG´ê ve nehat zelalkirin.
Li Çewlig û Bedlîsê jî çalakî
Navendê da zanîn ku roja 28’ê Gulanê hêzên YJA-Starê yekîneke nepen xistine bin kontrola xwe, ev kom ji qereqola Sûverenê ya devera Akdagê ya ser bi Çewligê derketiye. HPG´ê da zanîn ku êvara vê rojê hêzên wan xwe bera nav vê yekîneyê dane û çalakî li dar xistine û wiha dewam kir: "Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye zelalkirin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wekî din got, 26’ê Gulanê ber êvarê di navbera komek gerîla û eskerên Tirk de li nêzî Pira Papiznixê ya Bedlîsê şer qewimiye û di vî şerî de eskerekî dewleta Tirk hatiye kuştin. HPG´ê da zanîn ku di heman şerî de gerîlayê bi navê Zana jî "bi qehremanî şer kiriye û şehîd bûye."
HPG´ê nasnameya gerîlayê ku jiyana xwe ji dest daye, weke Zana Berîtan (Musa Argiş) ê li Êlihê ji dayik bûyî eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN