Di rûniştina îro saet di 19:00 de Partiya Çep wê bi 7 xalan re bixwaze qedexe bê rakirin, dawî li lêpirsîn-cezakirina siyasetmedarên Kurd were anîn û ji bo Berlîn di çareseriya pirsgirêka Kurd de rolê bilîze ji Meclîsa Federal bixwaze ku zextê li hikûmetê bike.
Parlamenterê Partiya Çep Andrej Hûnko diyar kir, ku hatina Meclîsa Federal a daxwaza ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê erênî ye û anî ziman ku wan pêşniyarnameya ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê bi awayekî sade û were fêmkirin, amade kirine. Hûnko ragihand ku armanca wan ne tenê rakirina qedexeya li Almanya ye û diyar kir ku armanceke din a wan ew e ku hikûmeta federal, ji PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ a Yekîtiya Ewropayê bê derxistin, rolê bilîze.
Nakokiya siyaset û ewlekariyê
Parlamenterê Alman Hûnko da zanîn ku piraniya siyasetmedarên Ewropî di wê baweriyê de ne ku divê PKK ji lîsteyê bê derxistin û got, “Heman tiştî mirov dikarin ji bo Almanya jî bêjin. Ne tenê wekîlên partiya me, wekîlên Partiya Keskan, wekîlên endamên hikûmetê demokratên sosyal, demokratên Xiristiyan jî dixwazin qedexe bê rakirin. Vê yekê di hevdîtinên rû bi rû de ji me re dibêjin.”
Hûnko da xuyakirin ku berevajî siyasetê, yekîneyên ewlekariyê yên dewletê polîtîkayên xwe yên li hemberî PKK’ê bi ti awayî neguhertine. Hûnko bal kişand ser van xalan: “Di dema hilbijartinên serokkomariyê yên li Tirkiyeyê de, siyasetmedarên Ewropî bi awayekî gelekî erênî li namzetiya Demîrtaş pêşwazî kirin û niha jî difikirin ku HDP wê bi rastî jî bibe mîmarê demokrasiyê. Ev pêvajoya erênî bi pêvajoya li Şengal û Kobanê re dewam kir.”
Ew jî mexdûrê qedexeyê ye
Yek ji 10 parlamenterê Partiya Çep ên di Mijdara bihurî de ji ber li Meclîsa Federal ala PKK’ê vekirin dozgeriya Berlînê der heqê wan de biryara lêpirsînê da, Andrej Hûnko ye. Andrej Hûnko her wiha ji bo destekê bide hevala xwe ya parlamenter Nîcole Gohlke ya ji ber ala PKK’ê di xwepêşandana ji bo destekkirina YPG’ê de vekiribû mafê destlênedanê hatibû rakirin, di meha Cotmehê de li Kolên di xwepêşandanekê de ala PKK’ê vekiribû.
Pêşnûmeya Partiya Çep Pêşniyarname bi kurtasî ji van xûsûsan pêk tê:
“PKK, di encama zext û qedexeyên Tirkiyeyê yên li hemberî Kurdan de derket holê. Îro Tevgera Azadiyê ya Kurd bi rêveberiyên herêmî re ji bo jiyanê têdikoşe. Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji bo parastina mafên jin û hindikahiyan dixebite, veguheriye hêza motorê ya demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn. Dewleta Tirk jî bi PKK’ê re ji bo pêvajoya aştiyê muzakereyê dike. Rabûna qedexeya li ser PKK’ê wê were zextek li Enqereyê, ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê reformên rasteqîn bicih bîne.”
Her wiha Partiya Çep bi 6 xalan wê ji Meclîsa Federal bixwaze ku zextê li hikûmetê bike. Ev xal jî bi kurtasî bi vî rengî ne: “Organîzasyonên bi qedexekirina PKK’ê ya sala 1993’an re hatin qedexekirin serbest bibin, li dû ragihandina PKK’ê weke rêxistineke terorîst Wezareta Edaletê gelek lêpirsîn da destpêkirin, girîng e ev lêpirsîn bi dawî bibin, derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorîst, di mijara pêvajoya çareserî û aştiyê de cesaretdayîna hikûmeta Tirk.”