Her wiha li 6 taxên ku bi têlan hatine dorpêçkirin qedexe bi temamî berdewam dike. Li gor daxuyaniya ku Walîtiyê dayî dê li taxên Yenîtûran, Yeşîlkent, Mor Yakûp, 8 Mart, Girnavas, Devrîm, Selahadin Eyyûbî, Çatalozu, Îpekyolû û Barişê qedexe di navberên saetên 23.00-05.00'an berdewam bike. Her wiha li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Kişla ve Zeynelabîdîn ku bi têlan hatine dorpêçkirin bi qedexeya derketina kolanan temamiya rojê berdewam dike.
MÊRDÎN