Ji bo rakirina vê qedexeyê, ku Elmanya kiriye aliyekî şerê li Kurdistanê, saziyên civakî yên sivîl, parêzvanên mafên mirovan ên Elman û Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn di 16’ê Mijdara 2013’an de li paytext Berlînê hatin cem hev û peyamên girîng dan hikûmeta federal. Daxwaza “Bila qedexekirina PKK’ê rabe” ya ji aliyê bi deh hezaran mirovan hat zimên, ji gelek parlamenter, zanyar û parêzvanên mafên mirovan destekê dibîne.

Qedexe bê bingehe

Berdevka Karên Hundir a Partiya Çep parlamenter Ulla Jelpke bibîr xist ku qedexe li ser daxwaza Tirkiyê ket meriyetê û anî ziman ku Elmanya bi vê biryarê re veguheriye aliyekî. Jelpke ji bo daxwaza “Bila qedexe bê rakirin” a roja Şemiyê bi deh hezaran mirovan bi awayekî aştiyane û demokratîk anî ziman, divê hikûmeta federal bersiveke erênî bide û got, “Eger Elmanya bi rastî jî alîgirê aştiya li Kurdistanê ye, hingî pêwîste vê qedexeya bêwate tavilê rake.” Jelpke ragihand ku eger qedexe bê rakirin wê ji hikûmeta Tirk re di mijara hevdîtinên çareserî û aştiyê yên bi PKK’ê re peyameke girîng ji Elmanya were şandin û got, “Rakirina qedexeya PKK’ê, dê were wateya cidîgirtina hevdîtinên Tirkiyê yên bi PKK’ê re. Di rewşeke berevajî de rewşa Elmanya ya di vê pêvajoyê de, dê weke astengî bê dîtin.

‘Êdî wateya qedexeyê nîne’

Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Dr. Werner Rûf got, berpirsyariyên xwe ji bo pirsgirêka li Kurdistanê jî bicih bîne” li hikûmeta Berlînê kir û xwest ku Elmanya bi awayekî rast nêzî daxwazên azadiyê yên Kurdan bibe. Prof. Dr. Werner Rûf ragihand ku etîketa ‘terorîst’ a Elmanya û Yekitiya Ewropa li PKK’ê zeliqand di encama nêzîkatiyeke bi vî rengî de derket holê û got, “Ev helwesta Ewropa exlaqî nîne û divê tavilê vê biryara xwe di ber çavan re derbas bike.” Prof. Dr. Rûf ev bang kir: “Elmanya bi qedexekirinê re nikare tiştekî heyî, li naverastê ye, çareser bike. Ocalan û PKK’ê dan xuyakirin ku ew alîgirên çareseriya siyasî ne, heta niha gelek caran agirbest îlan kirin û gavên pratîkî avêtin. Her wiha di demeke ku hikûmeta Tirk bi Ocalan û PKK’ê re hevdîtinan dike, diyalog û muzakereyan dike de, qedexekirina vê tevgerê bêwate ye.”

“PKK bi qedexeyê re tune nebû’
Berdevkê Komîteya Piştevaniya Kurdistanê Dr. Nîck Braûns jî da xuyakirin ku bi mîtînga roja Şemiyê re wan dîtine ku tevgereke azadiyê bi qedexe û zextan re nayê tinekirin. Rojnamevan-nivîskar Dr. Braûns ragihand ku di xwepêşandana “Bila destek ji pêvajoya aştiyê re bê dayîn, qedexekirina PKK’ê were rakirin” de ji hikûmeta federal re peyamên gelekî girîng hatine şandin û got, “Tevî hemû zext, çavtirsandin û polîtîkayên krîmînalîzekirinê, nerazîbûna li dijî qedexekirinê zê de ye.” Dr. Braûns diyar kir ku di polîsê Elman ketiye pey wêneyên Ocalan, lê hikûmeta Tirk bi Ocalan re muzakereyên aştiyê dike û axaftina xwe wiha dewam kir: “Her wiha di serdana xwe ya meha Cotmehê ya li Rojava de min dît ku li hemû daîre, sazî û avahiyên asayîşê wêneyên Ocalan hene. Ji ber ku li wê derê xeyalên Rêberê Kurd bicih tên. Elmanya jî êdî nikare rastiya Ocalan ji nedîtî ve were, nikare li rola Ocalan çavên xwe bigire.

BERLÎN