1’ê Kanûnê di serî de li paytexta Elmanyayê Berlînê, wê li welatên din ên Ewrûpayê, li Kanada, Japonya, Awûstralyayê meş û çalakî werin lidarxistin. Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê, li ser meş û xwepêşandanên 1’ê Kanûnê yên li gelemperiya cihanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hiştina navê PKK’ê di lîsteya ‘rêxistinên terorê’ de bi kêrî çeteyên DAIŞ‘ê û dîktatorên mîna Erdogan tê: “Sazî û mirovên li Ewrûpayê wê li hemû welatên Ewrûpayê li dijî qedexe û krîmînalîzasyonê, li dijî biryara qirêj, bê exlaq û ne hiqûqî ya DYE’yê ya li dijî 3 siyasetvanên Kurd, li meydanan têbikoşin.”

Li her devera cihanê dakevin meydanan

KCDK-E’yê bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku li dijî qedexe û komployê xwedî li siyasetvanên xwe derkevin û 1’ê Kanûnê li her devera cihanê dakevin meydanan.

NAV-DEM´ê jî banga beşdariyê li her kesî kir û got, “Çalakiyên PKK’ê nikare bi terorîzmê bên vegotin, lewma divê Konseya Ewrûpayê nirxandineke nû bike. Piştî sala 2001’ê, gelek tişt guherîn. Nexasim pêvajoya aştiyê, têkoşîna li dijî DAIŞ‘ê hwd divê li ber çav bên girtin.

Qedexeya PKK’ê ku bi taybetî li Elmanyayê tê kirin, ji sala 1993’an heta niha bi berfirehî didome. Dozên li dijî gelek siyasetvanên Kurd, îdîayên dozgerên Elmanyayê, qanûnên heyî xetek e li dijî destketiyên Kurdan. Em dixwazin ku 1’ê Kanûnê derkevin kolanan û li dijî hevkariya Elmanyaya federal a bi Tirkiyeyê re peyameke xurt bidin. Em bang li her kesî dikin, di asta herî jor de tevlî meş û mîtînga 1’ê Kanûna 2018’an bibin.”

Çalakiya roja Şemiyê saet 12.00’î li Neptunbrunnen a meydana Alexanderplatz a Berlînê destpê dike.

 

NAVENDA NÛÇEYAN