
Wezareta Karê Hundir a Elmanyayê beriya pîrozbahiya navendî ya saziyên Kurd a li Frankfurtê bi şîara “Ji dîktatoriyê re na, ji demokrasî û azadiyê re erê” pêr bi rê ve çû, nîşandana gelek alên rêxistin û saziyên Kurd qedexe kirin. Bi vê biryarê wezareta karê hundir a Elman qedexeya PKK´ê ya sala 1993´yan ku ne hiqûqî ye, lê biryareke siyasî ya wezareta karê hundir a wê demê ye berfirehtir kir. Lê belê bi dehhezaran Kurdên berê xwe dan Frankfurtê, guh nedan vê qedexeya alan ku pê nîşandana alên rêxistinên qanûnî yên wek YXK û rêxistinên artêşa Elman di şerê li dijî DAIŞ´ê de hevkariya wan dike, yên weke YPG û YPJ´ê jî hebûn. Vê qedexeyê nîşandana wêneyên Ocalan jî digirt nav xwe, lê bi her halî Kurdistaniyan hem meşên ber bi meydana mîtîngê ve bi alên YPG, YPJ, PKK, portreyên Ocalan û alên YXK´ê xemilandin û hem jî li ser rêyên ber bi meydanê ve diçûn jî me şahidî li binpêkirina vê qedexeya bê mane kir ku çawa Kurdên tevlî meş û mîtînga Newrozê bûyî gotî, serî tewandina li ber Erdogan bû. Li ser tramvaya xeta 17´ê û li ser trênên banliyoyan wêneyên Ocalan û alên YPG´ê YPJ´ê hatibûn daliqandin û ti kes jî ji vê yekê aciz xuya nedikir.
Polis li benda beşdariya ewqasî zêde nebû
Kurdistaniyên ji seranserê Elmanyayê hatî Frankfurtê li Bockenheimawarte û li Opernplatzê kom bûn û ber bi nîvrojê ve ber bi meydana Europa-Allee ve bi rê ketin. Di milê ji Bockenheimerwarte bi rê ketî de aleke dêw a Rojava hat hilgirtin. Polîs di destpêkê de li bendê bû ku qederê 20 hezar kesî beşdar bibin, lê di encamê de polîs da zanîn ku bêhtirî 30 hezar Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûne.
Peyama Hevserokê PYD´ê ya li meydana pîrozbahiyê de jî bersiv dida qedexeya alan ku digot, al rûmeta gelekî ne û nikarin werin qedexekirin.
FRANKFURT