Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li hemberî ekranên televîzyonan û li hemberî 73 milyon welatiyê Tirkiyeyê dibêje Kurdî serbest e, lê hê jî Kurd nikarin li gorî daxwaz û dilê xwe navê Kurdî li zarokên xwe bikin. Her çend hikûmeta AKP'ê û Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan li hemberî cemaweriyê, di mîtîng, civîn û ekranan de dibêje Kurdî serbest e ma Kurd doza çi dikin? Kurd dikarin her navî li xwe bikin û Kurd dikarin li kolan û malên xwe bu kirdî biaxivin jî hê jî Kurd nikarin li gorî daxwazên xwe navên Kurdî li zarokên xwe bikin. Hê jî tîpên "x,w,q" tên qedexekirin. Nav û zimanê Kurdî tê qedexekirin.

Sevîm û Remzî Delîktaş ên li navçeya Bagcilara Stenbolê rûdinên, navê Rojwan li zarokê xwe yê 7 salî kirin, lê navê zarokê wan ji ber tîpa "W" li Midûriyeta Nifûsê nehat qeydkirin. Hevser Sevîm û Remzî ji bo navê zarokê xwe qeyd bikin serî li Midûriyeta Nifûsê ya navçeya Bagcilarê ya Stenbolê dan. Lê midûriyetê bi hinceta "Tîpa W ne li gorî pîvanên Saziya Ziman a Tirk e" serdana wan red kir. Bav Remzî Delîktaş, diyar kir ku piştî zarokê wan çêbû lazim e bê dermankirin, lê ji ber ku nekarîbûn qeyda zarokê xwe bi navê Rojwan qeyd bikin ji bo ku karibin zarokê xwe derman bikin ji neçarî bi navê "Rojvan" qeyd kirin û nasname jê re derxistin.
Bav Delîktaş, bertek nîşanî helwesta hikûmeta AKP'ê da û diyar kir ku edaleta AKP'ê ji bo Kurdan tune û wiha got: "Rojwan ji çêbûna xwe ve nexweşî pê re çêbû. Ji ber vê yekê me xwest em bibin doktor. Lê ji ber ku nasnameya wî tune bû nexweşxaneyê qebûl nekir. Min jî xwest ji bo Rojwan bibin nexweşxaneyê qeyda wî li nifûsê çêkim û nasnameya wî derxim. Lê Midûriyeta Polîsan bi hinceta tîpa "W" destûr neda. Min jî ji ber nexweşiyê ji neçarî bi navê "Rojvan" qeyd kir. Ez pêşiya vê yekê bernadim. Ger ku ez encamê bi dest nexim ez ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidim"

'Ji ber ku ez Kurd im'

Delîktaş, anî ziman ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Almanyayê got "Asîmîlasyon sûcê mirovahiyê ye" û niha ew bi destê xwe li dijî Kurdan û navê Kurdan polîtîka asîmîlasyonê pêk tînin. Delîktaş, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr di sedsala 21'an de dîsa dixwaze bi polîtîkayên asîmîlasyonê Kurdan ji nav rûpelê dîrokê tune bike û êdî tu ferqa darbeya leşkerî ya 12'ê ÎLonê û 2012'an ji hev tune.
Dayik Sevîm Delîktaş jî anî ziman ku ji ber ew Kurd in û xwest navê wan bi Kurdî be navê Rojwan li kurê xwe kir û wiha got: "Dayik û bavê me navê ku me dixwest li me nekir. Lê em dixwazin navê Kurdî û xweş li zarokên xwe bikin. Ez ê heta dawî têkoşîna vê yekê bidim." 

DÎHA/STENBOL