Dadgeha federal a li Leîpzîgê li ser biryara Dîwana Edeletê ya Ewropayê, qedexeya li ser weşana Roj TV yê ya di nava sînorên Elmanyayê de rakir. Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku wekî gotina dozgeriyê Roj TV di navbera gelan de dijminiyê nake, berevajî vê qedexeya dozgeriyê rê li ber dijminiya di nava gelan de vedike.
Dîwana Edeletê ya Ewropayê di 22’yê îlonê de biryar dabû ku weşanên Roj TV yê li Elmanyayê nayê qedexekirin.

Wezareta Karê Hundir ya Elmanyayê di sala 2008’an de xebatên Roj TV û şîrketa wê Mesopotamîa Broadcast bi hinceta “Bernameyên dibin sedema têkçuyîna ahenga di navbera gelan de” qedexe kiribû. Li ser vê yekê xebatkarên Roj TV li Dîwana Edeletê ya Ewropayê îtîraz kiribûn.

ANF/LEÎPZÎG