
BedirXan kirin BedirHan
Dayik Nabiz got, wan nikarî navê li kurê xwe kirî li ser nasnameya wî bidin nivîsandin, lewma Bedirxan Şoreş nexweş e û neçar mane navê Bedirhan lê bikin û weha pê de çû: "hîna tîpa X qedexe ye. Her tişt ji bilî peyvê ne tişteke. Ji ber ku tîpên qedexekirî di nava navê Şoreş de tinebû, qebûl kirin. Lê belê destpêkê ew jî kirin pirsgirêk. Qanûnê çêdikin, lê dîsa qedexeye, dibêjin têkoşin ji bo wî navî."
Ciwan jî qedexe kirin
Nabiz behsa bûyerên berê qewimî jî kir û got, li Aydinê navên Kurdî beriya niha jî hatin qedexekirin, û weha peyivî: „Birayê min jî xwest navê ´Ciwan´ li kurê xwe bike, lê belê ji ber tîpa W nehat qebûlkirin."
Xalê Berdirxan Şoreş, Cengîz Îvdîl jî gotina Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç a digot Kurdî ne zimanekî şareza ye, bi bîr xist û got, "eger em di zimanê xwe de israr bikin, di têkoşîna xwe ya li dijî dewletê de israr bikin, em ê karibin azadiya zimanê xwe bi dest bixin. Her civak bi zimanê xwe heye. Zimane şaristaniyê weke zimanê dewletê tê pênasekirin. Gelo dewlet ji civakê bêtir bi qîmet e? Ma dewletê civak afirandiye? Helwêsta ku Tirkî weke zimanekî şaristaniyê, zimanên din ne zimanên şaristaniyê nîşan dide, tê wateya biçûkxistin, tinehesibandina gelekî. Divê em li dijî vê têkoşin."
'Em ê têkoşin'
Îvdîl got, dewlet bêyî avêtina gavan dipeyive, tişta pêwîst nake û weha peyivî: "serokwezîrê Tirk dibêje wî navê cihên Kurdî serbest berdaye. Dema tu dixwazî biguherîne jî dewlet qebûl nake, ji ber ku bi qanûnî nehatiye ewlekirin. Karmendên Tirk dibêjin ev mafê we yê xwezayî ye, em înkar nakin. Min jî ji wan re got, gelo hûn ji klavyeya li pêş xwe şerm dikin. Min got hûn nikarin van sembolan qedexe bibînin. Karmend bi xwe jî got, hûn jî teşhîr bikin em jî teşhîr bikin."
Îvdîl îşaret bi pêwîstiya israra di bikaranîna mafên qanûnî de kir û got, "Em ê di vê mijarê de bi israr bin û dozê vekin. Ji ber nexweşiya zarokê me bi lezgînî nasname da derxistin. Lê belê em ê heta dawiyê rêya dadgehê bi kar bînin."
ANF/AYDIN