
Hunermend Mehmet Afşan ku di gelek komên muzîkê de cih girt û herî dawî di sala 2012'an de albumek solo ya bi navê 'Lîs' derxist, bi helbesta xwe ya pirtûkan a bi navê "Ramûsanên Xesandî" derket pêşberî hezkiriyên xwe. Afşan destnîşan dike, ku çand û ziman ne qanûnan ne jî qedexeyan nas nakin û dibêje, divê hunermendên Kurd bi berhemên xwe re vê qedexeya zimanê Kurdî pê re rû bi rû ye, mehkûm bikin. Têkildarî xabatên xwe Afşan birsên me bersivandin…
Xabatên we yên hunerî kengî dest pê kirin?
Bi eslê xwe ji Cizîrê me. Ji sala 1996'an û vir ve bi muzîkê re mijûl dibim. Di gelek navendên çand û hunerê (NÇM) de li gel dersên muzîkê, min dersa tenbûrê girt û di xebatên koman de cih girt. Di sala 2012'an de ji kom muzîkê albumeke min a solo ya bi navê "Lîs" derket. Ji deh stranen di albuma min de cih digirin 9 jê muzîka wê û şeş jê jî muzîk û gotinên wê, yên min e.
We kengî dest bi nivîsandina helbestan kirin?
Beriya her tiştî ez muzîsyenek im. Her çend ji aliyê helbestan ve xwedî paşerojekê me jî, stranên min gotinên wan nivîsand, di vî warî de min xist nava lêgerînekê. Yanî min got; divê muzîkek berdew xwedî gotineke bedew be û bi vî rengî min dest bi nivîsandina helbestê kir. Bi vî awayî eleqeya min a ji helbestê re zêde bû û bi demê re, bi teşwîka hevalên min re min biryar da ku van bikim pirtûk. Helbestên di pirtûkê de cih digirin, helbestên li derveyî albumê ne. Pirtûka min ‚Ramûsanên Xesandî‘ di Gulana 2014'an de ji weşanxaneyên Ronahî derket. Û bi vê wesîleyê spasiyên xwe pêşkêşî her kesên di çapkirina pirtûkê de xwedî ked in, dikim.
Yekemcar we bi zimanê xwe yê dayikê pirtûkeke helbestan derxistin. Ji aliyê hest û ramanî ve ev yek ji bo we tê çi wateyê?
Dewlemendiya Kurdî her roj tiştekî nû hînî min dike. Dema helbest dibe mijara gotinê, heyecan sê qat zêde dibe. Hûn bîra xwe pêşkêşî civakê dikin. Hest û nêrînên xwe bi mirovan re parve dikin.
Di nivîsandina helbestan de kîjan zor û zehmetî derketin pêşiya we?
Li Kurdistanê mijûlbûna bi hunerê re, bi tena serê xwe zehmetiyeke. Îdeolojiya fermî bi çavekî welê li we dinêre, ku mîna hûn ji bo wê bifikire, ji bo wê tevbigere, ji bo wê bijî, ji bo wê bibe leşkerek aniye dunyayê. Ji roja destpêkê ve we di nava berjewendiyên xwe de dihêre. Ti derfet û firsenda li derveyî xwe nas nake. Tevî ku erdnîgariya em lê dijîn dewlemendiyeke ziman û çandan e, îdeolojiya fermî ji bo em vê nebînin her roj çanda populer dide civakê. Destanên me deng vedidin, lê em vê nabihîzin. Ji ber ku em xwedî rastiya gelekî ji xwe xerîb e, bûye dijminê xwe û her tim li ser me tê ferzkirin ku em vê paşerojê dûbare bikin. Ev hemû zehmetî ne. Lê belê ji ber ku huner her tim xwedî hêza afirandina jiyaneke alternatîf e û hesta xwemalîbûnê ya dewlemendiya zimanê Kurdî li gel min afirandiye, di xebatên min de hêz û wêrekiyê didin min.
Di nivîsandina helbestê de çavkaniya we ya îlhamê çiye?
Huner herçend ji bo min kûrbûna hestan be jî, di heman demê de pêngaveke ramanî ye. Helbestvanên Kurd ên klasîk Elî Herîrî, Meleyê Cizîrî, Baba Tahir, Feqiyê Teyran helbestvanên ez bi kêfxweşî wan dixwînim e. Ev mîrateya wêjeyî bi tena serê xwe têrê dike ku bi dehan pirtûk were nivîsandin. Li gel vê yekê, serpêhatiya helbesta Kurd a nûjer ku bi Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj destpê kir, bandor li min kir û ez kengî wan dixwînim ez xwe aydî vê derê hîs dikim. Arjen Arî, Ehmed Huseyînî û gelek helbesvanên nûjen ên Kurd bi kêfxweşî wan dixwînim. Dikarim bêjim, li gel Kurdbûyîna xwe neçarmayîna jiyîna jiyana Tirkî ya li Kurdistanê bû çavkaniya bingehîn a îlhama min.
Armanceke taybet a pirtûka we ya helbestên bi Kurdî heye?
Beriya her tiştî ez vê pirtûka xwe ya helbestan diyarî bebeka Solîn a ku di sala 2011'an de balafirên şer ên Tirk li Başûrê Kurdistanê ew parçe parçe kir, dikim.
Ziman û çanda gelekî qanûnan nas nake, divê nas neke. Eger di vir de wê behsa qanûnekê were kirin, divê ew jî qanûna teşwîka hîn bêtir pêşvebirina ziman û çandan be. Lê mixabin tevî ku ziman û çanda Kurdî bi destûra bingehîn nehatiye ewlekirin, di rewşeke ku di her kêliyê de dikare bê terorîzekirin de ye. Ev şermeke û sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Mîna hemû hevalên bi Kurdî dinivîsînin, ez jî dixwazim ev pirsgirêk tavilê bê çareserkirin. Eger di sedsala 21. de azadiya çand û ziman tê axivîn, ev yek nîşan dide ku ezmûna şermê ya demokrasiyê ya mirovahiyê dewam dike. Em hunermend, bi derxistina berhemên wiha re, ji xwe em van astengiyan li sergoyê dîrokê mehkûm dikin. Divê em hunera çanda jiyana bi hev re bihûnînin.
Amadekariya xebateke we ya nû heye gelo?
Ez amadekariya albumeke nû dikim. Di albumê de plan dikim ku di navbera Helbestvan Elî Herîrî ku yekemcar bi zaravayê Kurmancî helbest nivîsand û Arjen Arî de, pireke muzîkal çê bikim. Lİ gel vê yekê, dixwazim xebatên xwe yên li ser muzîka Kurdî bikim pirtûk û bêguman nivîsandina helbestan jî wê dewam bike.
NAVENDA NÛÇEYAN