REŞWAN DENIZ/NAVENDA NÛÇEYAN 


Doza der barê qedexekirina nîşandana alên PYD, YPG û YPJ´ê li dadgeha Îdarî ya Frankfurtê erênî bi dawî bû û dadgehê pêr bi awayekî nivîskî biryara xwe ya bi sedem ji aliyan re şand. Dadgerê got, îhtîmala sûc a bi nîşandana alayên PYD, YPG û YPJ´ê nîne û hem biryara tedbîrê ya polîsê Frankfurtê û hem jî destwerdana wan a hişk û tund jî neheq bûye.

 1´ê Çiriya Paşîn a 2016´an polîs li Frankfurtê bi tundî dest werdabû çalakgerên ku bi rasthatina Roja Kobanê a Cîhanê civiyabûn. Beriya çalakiyê jî polîsan şertê tedbîrê yê nîannedana sembolên PYD, YPG û YPJ´ê danî bû. Rûniştina doza li dijî meqamên îdarî û polîsê Frankfurtê 22 Tebaxê pêk hat û di rûniştinê de dadgerê helwêsta polîsan a roja çalakiyê neheq dîtibû û îşaret pêkiribû ku ew ê bi biryara nivîskî giştîtir û bi sedeman aliyan ji encama dawî agahdar bike.

Li gorî biryarê ku pê meqamên îdarî yên bajarê Frankfurtê neheq hatin dîtin, di çalakiyên ji bo azadî û piştgiriya Kobanê de nîşandana alayên PYD, YPG û YPJ´ê nabe ku bi armanca propagandaya PKK´ê bên nirxandin. Ji ber vê yekê jî aliyê çalakgeran di dozê de bi ser ketin. Lê belê hîna nayê zanîn ku ka gelo ev biryar wê bibe biryareke mînak li tevahiya Elmanyay yan na. Parêzerê dozê yê aliyê çalakgeran serketina li dadgeha îdarî erênî dinirxîne, lê dibêje, halê hazir dozeke din a li ser qedexekirina sembolan nîne. Dozê heyî yên pere û sûc in. Ev jî aliyekî din ê hiqûqî ye“. Parêzer 22´ê Tebaxê ji rojnameya me re gotibû, bila Kurd û Elman ên ku ji ber qedexeyeke bi rengî mexdûr dibin dozên xwe bibin meqamên edlî da ku, ev qedexe bê mane bibe.

Kunzel bi bîr xist ku di rastiyê de qedexeyeke elaqedarî van sembolan nîne, û got, „Giştînameya 2´yê Adarê weşandî, nameyeke giştî a navxweyî ye ku Wezareta Karê Hundir a Federal ji eyaletan re şandiye.” 


Rayedarên kêfî kar dikin

Hevseroka NAV-DEM´ê Ayten Kaplan jî li ser mijarê got, gelek qedexekirinên li dijî sembolan heta îro beriya biçin dadgehan dozên wan tên betalkirin û wiha peyivî: “Gelek rayedarên îdarî beyî u zanim qedexeyeke sembolan nîne jî, peyva qedexe bi kar tînn û hewl didin me bi xapînin. Rayedar ji bo her çalakiya em miracaeta fermî dikin, dibêjin ew ê destûrê bi şertê qedexeya nîşandana sembolan qebûl bikin. Em jî her car heman tiştî ji wan re dibêjin. Ev ne qedexe ye, giştînameyeke wezareta karê hundir a federal e. Di çalakiyên me yên dawiyê de telefonî me kirin û gotin, xebera we ye, qanûna wê nîne, lê ev talîmat dane me, heger hûn qebûl nakin, biçin dadgehê. Ev jî ya rastî li wan û karê wan xweş e”. 


Qedexeya xwe binpê dike

Kaplan bi bîr xist ku qedexeyên bi vî rengî bi tenê li Tirkiyeyê hene û wiha peyivî: “Binihêrin li Elmanyayê ji sala 2001´ê ve qanûna wê yuekê heye ku mirov karibin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyan li dar bixin. Lê dixwazin ev bêyî nîşandana wêneyê wî bê kirin, ev bi serê xwe nakokîyek e. Ez dixwazim bala we bikişînim ser mijareke din: Dixwazin ku dozgerên li vir dozên ku Tirkiyeyê dane destpêkirin dewam bikin. Dozger bi xwe jî li ber vê radibin. Mirov bi qanûnên welatekî din li vir dozan veke, ev bi tenê ji bo wê yekê ye ku ji bo berjewendiyên aborî bi welatê din re têkilî neyên birrîn. Ango ti aliyê vê qedexeyê yê qanûnî nîne, dozên vedibin jî wê timî bi vî rengî bi dawî bibin.” 


Divê siyaseta beramberî Kurd biguhere

Kaplan got, sembol kêfî tên qedexekirin û got, “Ev giştînameyeke û ti mecbûriyeta pêkanîna wê nîne. Meqamên li eyaletê dikarin vê pêk neînin jî“, pê re jî bêmanebûna qedexeyê ya ku êdî bêhtirî 20 salan li pey xwe hiştî îfade kir.

Herçî li qedexeya sembolan zêdekirina alayên PYD, YPG û YPJ´ê ye jî Kaplan rexne kir û ew weke NAV-DEM´ê li dijî vê qedexeyê hevdîtinan dikin û têkoşîna wan jî dewam dike.

Kaplan xwest Elmanya dev ji zêhniyeta Kurd ê baş û xirab berde û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Elmanya divê di siyaseta xwe ya Kurd de rûpelekî nû veke, dev ji zêhniyeta xwe ya qedexeker berde.”