Dewleta Tirk li dij Tevgera Azadiya Kurd ev dehê sala ye her rê û rêbaza kirêt bi kar tîne. Di salên 1990 de bi hezaran gund hatin şewitandin, di sala 2016’an de bi şêwazekî ku beranberî bi sedan, bi hezaran gundan be, bajar şewitandin û rûxandin. Yên şerê kirêt birê ve dibirin di salên 90’î de ji bo ard, şekir û her cure pêwistî bi sînor destûr didan, niha jî ketina gundiyan a qadên gund û bi hefteyan derketina wan a derve tê qedexekirin. Bi vê yekê jî tê xwestin gundî bigihijin asta bêzariya ku cih û warê xwe biterikînin. 

Dewleta Tirk ji bo Tevgera Azadiya Kurd biçewisîne rê û rêbaza bikar ne anî nema. Rê û rêbaza ji bo gelê Kurd ji axa wî dûr bike û Kurdistanê bê mirov bihêle nema. Rêbazên dixê dewereyê jî bi piranî sûcê li dij mirovahiyê ne û komkujî ne. Dibe ku niha Tirkiye ji ber komkujiyê nayê darizandin, lê belê kêm dereng wê ji ber tevkujiyên li dij Ermeniyan, Asûrî-Sûriyaniyan hem jî ji ber tevkujiyên li dij Kurdan were dazirandin. Dibe ku niha ji ber berjewendiyên aborî û siyasî Tirkiye li ser kursiyê sûcbar nayê rûnandin, lê belê dema rûnandina wê ya li ser wî kursiyî ne dûr e. Dewleta Tirk a ev 50 sale nakokiyên navneteweyî bikar tîne û her cure sûcê li dij mirovahiyê dike êdî gihiştiya qonaxa dawî. Ji ber ku êdî Tirkiye polîtîkayeke ku ji bo tevahiya cîhanê xetere ye dimeşîne; dewleta ku li dij wan gef nexwarine û şantaj nekiriye nemaye. 

Li cîhanê dewleteke din nîne ku mîna Tirkiyeyê qedexa çûyina zeviyan, çiyan û daristanan li ser gundiyan dideyne. Mînakeke din a ku gund, rez, bexçe, zozanan di vê astê de li gundiyan qedexe dike tine ye. Rojane tê gotin li filan gundan, filan herêmê qedeya derketinê hatiye danîn. Ev yek jî bi rojan, bi hefteyan didome. Vekirî dibêjine gundiyan ‘Van deran bihêlin û biçin’. Ji ber ku li cihên hevqas qedexe hebin ne jiyana gundewarî dibe, ne çandingeh ne jî şivantî dikare were kirin. Hêzên mêtînger jî dema diçin cihekî di vê astê de jiyana gundiyan ji dest wan nagirin û wan asteng nakin. 

Di tu makezagon û yasayan de xalên anîna qedexeyeke bi vî rengî ya li ser gundiyan nabe. Hebe jî ne rewa ye. Tu hêza siyasî xalên ku di vê astê de derketina kolanan asteng dikin û qedexeyan tînin ser gundan naxin makezagon û yasayên xwe. Ji ber ku dema yasayake bi vî rengî were bi cîh kirin li dij mirovahiyê sûc tê kirin. Tevî ku di yasayên Tirkiyeyê de jî ev yek nîne, dîsa jî yasa an biryarekê li gor xwe şîrove dikin û qedexeyên bi vî rengî îlan dikin. Şerê taybet û polîtîkaya tevkujiyê ya li ser Kurdan bi vî şêwazî tê meşandin. Ya herî xirab jî ew e ku li dij van êrîşên tevkujiyê parêzer, baro, saziyên mafê mirovan, parsiyên siyasî yên demokratîk, saziyên civaka sivîl li dij vî şerê kirêt û polîtîkayên tevkujiyê dengê xwe  bilind nakin. Mîna ku ev kirinên şerê kirêt û polîtîkayên komkujiyê qebûl kiribin, pejirandibin. Ev nêzîkahî polîtîkayên komkojiyê mîna tiştekî xwezayî nîşan dide. Mîna ku mafê dewletê ye van kirinan bike ji şerê kirêt re bêdeng dimînin. 

Danîna qedexeya derketina derve ya li ser gundiyan sûcekî li dij mirovahiyê ye. Kirineke komkujiyê ye. Divê yekser li dij vê yekê nerazîbûn were nîşandan. Divê ji bo rawestandina van kirina her rê û rêbaz were meşandin. Qanûnek nîne ku bêje her kirin, her sûc ê li Kurdistanê rewa ye. Divê li dij sûcên li Kurdistanê tên kirin nerazîbûn were nîşandan. Di serî de baro, divê yekser bikevin nava tevgerê. Di vê astê de qedexeya li ser gundan ne qanûnî ye ne jî rewa ye. Ev kirinên li ser gundan vergeriyana zilmeke bi zanebûn a dûrxistina wan ji cih û warên wan.  

Li Kurdistanê her zilm, zext û kirinên ku sûcê li dij mirovahiyê nebûne kirinê asayî. Ji bêdenghiştina ji sûcan xirabtir tiştek tine ye. Niha desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide Kurdan, gelên Tirkiyeyê û cîhanê fêrî asayî dîtina sûcên xwe bike. Bi vê yekê re tevî ku ew kirêt û sûcdar e hewl dide ji van kirinan re bêdeng bimînin û herkesî kirêt dike da bibin şirîkê sûcê wê. Meşandina têkoşîna li dij vê yekê êdî karekî jêneger e.  

Dewleta Tirk daristanan dişewitîne ev asayî tê dîtin. Daran dibire dîsa wisa. Li Kurdistanê çi dike mîna tiştekî asayî tê dîtin. Ev rewş ji bo tevahiya mirovahiyê bûyina şirîka sûc û kirêtbûn e. Li Hewselê daran ji holê radike ev asayî tê dîtin. Niha li Şirnexê bi hezaran dar hatin birîn, ev asayî hate dîtin. Hincet jî qaşo ewlekarî an ‚têkoşîna li dij terorê‘ ya mîna benîşt di devê xwe de dibin û tînin.  

Nabe ku mera, rez û bexçeyên gundiyan bên qedexe kirin. Li gundan nabe ku derketina derve were qedexe kirin. Dewleta Tirk ev qedexe vergerandine karekî rûtîn. Şewitandin û rûxandina gundan, koçberkirina mirovan bi van qedexeyan re mîna hedef dane ber xwe. Bi van kirina zuhakirina avê û kuştina masî mîna hedef dane ber xwe.  Dewleta Tirk ji bo Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd tasfiye bike, çewisandina gelê Kurd, kuştin an ji Kurdistanê koçberkirin mîna polîtîkayê hilbijartiye. Yên demekê digotin ev dibistan tineba meyê maarîf çi xweş bi rêve biriba, niha jî dibêjin heger Kurd tunebûna meyê PKK yekser ji holê rakira. Ji bo Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bikin li ser hemû Kurdan zilmê dimeşînin. 

 Êdî qedexeyên li ser gundan sînorê tahamûlê derbas kirine. Ji ber kîjan sedemê be Kurd wê di referandûmê de bêjin ‘NA’. Boykot an ‚ERÊ’ tê wateya piştgiriya ji bo van kirinan. Heger di referandûmê de ‘ERÊ’ bi ser bikeve wê kirinên bi vî rengî belav bibin. Ji xwe Tayyip Erdogan dibêje, “Li Kurdistanê wê erê bi ser bikeve û polîtîkayên me ji aliyê gel we werin pejirandin.“

Dema Erê derkeve wê bêje polîtîkayên min hatin pejirandin û wê înkar, zilm û zextê zêdetir bike. Ji bo pêşîgirtina li kirinê desilatdariya AKP-MHP’ê, rê girtina li van kirinan û polîtîkayên şer divê di referandûmê de herkes bêje ‘NA’.