
LUQMAN GULDIVÊ / NAVENDA NÛÇEYAN
Bêrîvana Cizîrî ku di Newroza 1992´yan de bi pêşengiya xwe ya ji gel re bû yek ji sembolên berxwedana Newrozê li Bakurê Kurdistanê, bi wan dîmenên xwe yên ku çariyeke spî li ser û rûyî wê pêçayî veguherî dîmenekî taybet ê Newroz. Ji xwe Bêrîvana Cizîrî ya ku bi birîndarî serê milet kişand û gihand meydana pîrozbahiyî û Newroz êdî hev dianîn bîra me.
Bêrîvana Cizîrî roja Newrozê, cejana Newrozê li tevahiya gelê Kurd wiha pîroz dike: “Tevî ku îsal zexta dewletê bêhtir e jî, xelkê serî li ber dewletê û zordariya Erdogan netewand. Li her çar parçeyên Kurdistanê û nexasim jî li bakur xelkê serî li ber dijmin netewand û ez vî miletê berxwedêr silav dikim û hezar silavan li wan dikim. Dijmin xembar kirin û dost jî rûgeş.”
Me hesabên dewletê pûç kirin
Bêrîvana Cizîrî ku bi mutewazîbûna xwe gotinên xwe li ser Newroza 1992´yan dewam dike, bi îhtîmam bi bîr dixe ku çiqasî zor hingê hebû jî, weke zilma salên dawiyê nebû û wiha dipeyive: “Tişta ku Îsraîl bi Filistîniyan neke, Tirkiye bi Kurdan dike. Li aliyê din Tirkiye veguheriye DAIŞ´a diduyê. Şerekî dijwar li dijî milet heye. Herçî hingê ye, me beriya bi du mehan dest bi amadekariyan kir. Em gund bi gund geriyan, li nava bajêr, em li malan, dikanan, dibistanan, medreseyan û mizgeftan geriyan. Me du mehan sax em geriyan da ku Newroz serketî were pîrozkirin. Dilgermiya wê demê ecêb bû, pirr bû. Sla 1990´î û 1991´ê jî Newroz hat pîrozkirin; lê me wekî komîteya amadekar xwest vê carê taybet be. Beriya bi hefteyekê xelkê dest bi pîrozbahiyan kir, agir hatin dadan û govend hatin gerandin.”
Bêrîvan Cizîrî roja Newrozê jî wiha tîne bîra xwe: “Me tax tax dest pê kir. Me dixwest meş bi disîplîn bibe. Herkes wê ji taxa xwe bihata cihê pîrozbahiyê. Me dixwest bi rengekî wisa organîze bikin ku tesîra Cizîrê li bajarên din jî bibe. Me ji bo gundan jî plansazîkiribû. Tax û gund wê kom bi kom bihata goristanê û ji wir wê meşa me dest pê bikira. Dewletê haziriyên komkujiyên gelekî mezin kiribûn, lê me ew pûç kir. Helîkopter, tank, pamzer û her tişt anîbûn. Tîmên Taybet hebûn. Mete Sayar kordîna van hîzan dikir jixwe.”
Dewleta Tirk ji netirsîna milet tirsiya
Bêrîvana Cizîrî îşaret bi tirsa dewleta Tirk a ji kombûna Kurd jî wisa dike: “Em li cem goristanê kom bûn û li benda komên din man. Wê axaftin bihatana kirin, şahî bibûya û meşê dest pê bikira. Lê dewlet ji vê yekê pirr tirsiya. Dewleta Tirk ji netirsîna xelkê Kurd tirisiya. Me gund jî li ser taxan belav kiribûn. Tax tax xelk dihat goristanê. Dewletê pêşî êrîşî xelkê ji gundan kir, lewma hêza wê têra Cizîrê nedikir. Şehadet jî çêbûn. Em pê nehisiyabûn. Em li hêviya taxa Cûdî û taxake din bûn. Li milê Çemçuruk jî êrîş kirin. Lê me nehişt ew tiştên xwe bi ser bixin. Wan gotibû, em ê malên bi boyaxa spî îşaret kirî bi hawanan rakin, me ser wan girt û ev asteng kir. Haziriyeke wan a mezin hebû ku komkujiyeke mezin bikin. Grubên ji gundan negihan me û grubeke ji nava bajêr jî negiha me. Lê me yên din a xwe bir serî. Me meşa xwe jî kir.”
Bêrîvana Cizîrî coş û kelecana wê demê bi wê re heyî, behsa meşa hingê dike: “Piştî ewqas şehadet, girtin û êşkenceyê, xelkê Cizîrê em tenê nehiştin û nereviya. Me piştî meşê xwest gel belav bibe, kom bi kom da ku karibe xwe ji êrîşan ji biparêze. Milet nedixwest biçe.”
Serketin a miletê Kurd e
Dema ku girseyê hingê dest bi meşê kir, hêzên dewletê pêşiya xelkê girt û gule lê reşandin. Bêrîvan Cizîrî ya hingê birîndar bûyî, wiha wê demê bi bîr tîne: „Milet xwest derbasî milê Çemçurik bibe, ez rabûm ser xwe. Ne, panzêran pêşiya me girtibû. Min xwest ez xwe bidim pêşiyê. Ew girseya bi heybet û biryardar tesîreke gelekî mezin li min kir. Canê mirov nayê bîra mirov. Mirov dixwaze canê xwe bike qurbana wî miletî. Dema mirov çav bi wî miletê bi wê coş û wêrekiyê dikeve, xwe ji bîr dike. Min xwest pêşnegiya wî bikim. Xwe biavêjim pêşiyê. Ne girtin û ne şehadet çêbin. Hingê ez ji destê xwe birîndar bûm. Milet serê xwe netewand. Me di rêyeke din re berê xwe da meydana me dixwest biçinê. Lewma me nexwest dijmin komkujyeke mezin bike. Min berê milet quliband, lewma dewletê digot, ew ê bi ser me de bên, em ê bi sedan li erdê bixin. Me ew nekir, di rêyeke din re, di koleneke din re me xwe gihand meydanê û em belav nebûn. Milet bi biryar heta dawiyê ma. Me got êdî kom bi kom belav bibin.”
Herî dawî Bêrîvan Cizîrî îşaret bi heybeta wêrekiya miletê Kurd dike û wiha gotinên xwe bi dawî dike: “Milet îro jî piştî bi 25 salan, cejna xwe pîroz kir, tiliyên xwe xistin çavên dijmin û got, tu çiqasî bi ser me de bêyî, bê; em ê vê dozê bibin heta bi serketinê. Serketin a miletê Kurd e û azadkirina serokatiyê ye. Coşa milet wisa dike ku ez dixwazim di nav wî de bim û ez serketinê ji miletê xwe re dixwazim.”