Qendîl ji bo me pîroz e
Ciwanên Şengalê yên ku çûn serdana mertalên zindî, bang li ciwanên Êzîdî kirin ku berê xwe bidin keleha Qendilê û bibin hevparê berxwedanê.
Ev 25 roj in li Başûrê Kurdistanê ciwan ji bo parastina Qendîlê bûne mertalên zindî. Serdan û piştgiriyên ji bo çalakiyê jî didomin. Doh jî ciwanên Şengalê serdana çalakvanan kir.
Di serdanê de yek ji mertalên zindî Sîrwan Raperîn peyivî û anî zimên ku gelê Êzîdî rûyê dewleta Tirk û çeteyên wê baş nas dikin. Piştî wê li ser navê Komeleya Ciwanên Êzîdî Gerzan Azer axivî û bal kişand ser komkujiya 3’ê Tebax a 2014’an. Gerzan got; “Di dema komkujiya 3’ê Tebaxê de bi sedan gerîlayî berê xwe dan Şengalê. Ji bo vê ev erkeke pîroz e li ser me ku em li Qendîlê ne. Qendîl ji bo me pîroz e. Divê li derdora van çiyayên pîroz, ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê û Êzîdî bi rihê fedayî yê şehîd Zîlan re bibin yek û bi vî rihê berxwedanê yekitiya xwe ava bikin. Emê bi rihê serkeftina Kobanê û Şengalê, Efrîn û axa Kurdistanê li hemberî dagirkeran biparêzin.”
Bang li ciwanên Êzîdî
Di dewamê de Gerzan bang li ciwanên Êzîdî kir û got; “Bi taybet ciwanên di nava wargehan de, bila berê xwe bidin cihê hêviyê Qendîlê û serî li hemberî dagirkeriyê rakin.” Piştî wê bi minasebeta salvegera 23.şehadeta şehîd Zîlan ciwanên Şengalê û mertalên zindî serdana Şehîdgeha Mehmet Karasungur kir.
QENDÎL/ROJNEWS