GELAWÊJ EWRÎN
Erdogan bi derewan bawer kiriye ku niha li Qendîlê ye. Gelek xeyalên sor û zer di mêjiyê wî de hene. Niha xeyal dike, bi rastî bûye siltanekî mezin ê Osmaniyan, bûye şahê cihanê û li ser tevahiya erdnîgariya herêmê serweriya xwe dimeşîne. Li cihê ku medyaya Tirk hem li herêma Sîdeka hem jî li Qendîlê, li gundê Pirdeşalê, dema ez çûm wan deran, têra xwe bi wan xeyalên Erdogan keniyam. Kesên nizanin û bi çavê xwe ew der nedîtibin, bi wê propagandaya ku medya Tirk dike, dibe ku bawer jî kiribin. Lê herî zêde ez bawer dikim ku Erdogan bi xwe bi wan deran bawer kiriye, bi derewên ku bi xwe dike. Wer lê hatiye ku neçar e, ji derewên dike, bawer bike.
Roja nûçeya êrişên hewayî li Qendîlê çêbûye û qaşo gelek kes hatine kuştin, em şaş man. Cihên ku hatine bombekirin, yan cihên vala ne, yan jî pirraniya wan derdora gundan, nêzî gundan e. Ziyan li gelek rez û baxên gundiyên Binarê Qendîlê bûye. Ez rastî ixtiyarekî bi navê Mam Xidir hatim ku 77 sal temenê wî bû. Di dema serdana ji bo gundiyên Qendîlê de bi boneya cejnê, min ji Mam Xidir re got; Erdogan dibêje, em ê bikevin Qendîlê, hûn çi dibêjin? Keniya û serê xwe hejand û got; "Bav û bapîrê Erdogan jî di dema xwe de pirr xwestine bikevin Qendîlê, lê nekarîn. Sedam jî wisa digot, hemû gotinên wan wek îro di bîra min de ne. Ew ji bo bijîn, divê derewan bikin!". Gotinên di cih de û gelek hêja ne, bi rastî. Her xetên li ser rûyê Mam Xidir, destê wî yê qelişî û li gel van hemûyan jî kenê li ser lêvên wî, îfadeya rastiyeke dîrokî dikir. Di bin simbêlê xwe re bi gotinên Erdogan dikeniya, wek ku bibêje, gelek kesên wek te wisa gotin, lê xeyalên wan neçûn serî.
Mala wî ya em tê de rûniştibûn, îşaret dikir û digot, "Ev mala min deh caran xira bûye û min her carê dîsa ava kiriye." Mam Xidir digot; "Mala min para xwe ji hemû dagirkeran girtiye û gelek caran hatiye wêrankirin." Çavê wî bi bilindahiya çiyayên bi heybet ên Qendîlê ve asê dima, çavên wî tijî dibûn û digot; "Mala min wek vê Qendîla xweragir her tim li ser piyan ma!" Berxwedana li beramberî ewçend dagirkeriyan, kesên wek Mam Xidir kiriye îradeyeke ji pola. Temenê wî jî bihuriye, lê her serê sibê zû, berê xwe dide nav baxçeyên xwe, bi ked û sebireke mezin darên xwe av dide û wek çavê xwe li wan dinêre. Dema me jî dît, gulên xwe av dida. Baxçeyê wî yê gulan tijî bûye. Diyar e, ji rika her dagirkerî û zilmê, gulek ji bo azadiya vî welatî çandiye. Ew li beramberî feraseta ku divê Kurd bimire û hêjayî mirinê ye, bixwe jî dijî, xwezaya Kurdistanê jî dide jiyîn. Gulên Mam Xidir sembola serkeftinê ne di himbêza bilindahiya Qendîlê de. Ev sekna xelkên Binarê Qendîlê ye, ji bo wê ti caran van çiyan serê xwe li beramber ti dagirkerî netewandiye. Xelkê Qendîlê ti caran serê xwe neçemandine û ji kesî re negotine; Ez Benî! Xelkên Qendîlê ti caran nebûne, xulam û xidamên kesî, nehiştine kes jî ji wan re efenditiyê bike. Ti şah û sultanekî wateya jiyanê li Qendîlê nekariye bikuje û nekuştiye, çawa gulên li bexçeyên Mam Xidir ewqas baş wateya jiyanê nîşanî her kesî dide. Her tişt li aliyekî, li Qendîlê niha bi hezaran şehîdan serê xwe danîne ser vê xaka pîroz. Xakek xwedî ewqas keç û xortîn fedayî ti caran bejna xwe li ber zilm û faşîzmê nadayne. Ji bo jiyan bi berxwedaniyê bigihêje wateya xwe ya heqîqî, gerîlayên azadiya Kurdistanê ji her demê zêdetir hazir û amade ne. Mam Xidir dema çavê wî di lûtkeya çiyayên Qendîlê de asê mabû, hêdîka ev gotin di ber xwe de digot; "Ger ez bimirim jî çavê min vekirî naçe, ji ber gerîlayên me hene!" Hêviyên Mam Xidir di çavê her gerîlayekê de dibe rastî û watedar dibe. Qendîl ji bo wê serberz e û pişta wî li erdê neketiye û nakeve.