Çalakiya Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Binarê Qendîlê doh cejna Remazanê jî dewam kir. Welatiyên li Başûr ji bo pîrozkirina cejnê çûn serdana ciwanan.

Çalakiya Mertalên Zindî ku ji alî Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Binarê Qendîlê hatibû destpêkirin, di roja 9’an de dewam kir. Doh bi wesileya Cejna Remazanê welatiyên Başûr, Meclîsa Bakurê Kurdistanê ya Başûr çûn serdana Mertalên Zindî. Her wiha ciwanên bûne Mertalên Zindî jî, çûn serdana gundiyan û cejna wan pîroz kir.

Ciwanên ku ji bajar û herêmên cuda yên Kurdistanê hatine, li ser çalakiya xwe axivîn.

Qendîl dergûşa Kurdistanê ye

Yek ji çalakvanan Erdal Xorasan ku Kurdê Xorasanê ye, dibêje ew ê ti carî rê nedin dagirkeriyê û wiha dipeyive:“ Parastina xaka Kurdistanê erka me ye. Kesek nikare bikeve nava Qendîlê, ji ber ku Qendîl dergûşa Kurdistanê ye. Gelê Kurd her tim pişta xwe daye van çiyayan û biser ketiye. Niha jî wê dîsa biser bikeve. Erdogan tu caran nikare bikeve Qendîlê, heger niha behsa dagirkirina Qendîlê dike jî bêguman cesareta xwe ji PDK’ê distîne”

Ji wan natirsin

Ciwanê bi navê Harûn Îbrahîm jî ku ji Sengeser e, dibêje, ew ê hewldana dewleta Tirk a dagirkeriya li ser Başurê Kurdistanê tu caran qebul nekin û wiha diaxive: “Tu tirseke me ya ji êrîşan nîne. Dewleta Erdogan xwe weke Misilman dide diyarkirin, lê ev derew e, ger ku rastiya wê hebûya, wê di meha Remezanê de tişteke wiha nekiriba, ev yek jî têrî dike ku mirov rûyê qirêj ê dewleta Tirk bibîne.”

Jehra xwe her derekê belav dike

Meclîsa Bakurê Kurdistanê ya Başûr ku ji aliyê welatiyên Bakurê Kurdistanê yên li Başûr dimînin ve hatiye avakirin, di roja yekem a Cejna Remezanê de berê xwe dan Qendîlê. Bi dehan kesên ku serê sibehê li Silêmaniyê kom bûn, bi otobusek û texsiyekê çûn serdana çalakvanên Mertalên Zindî.

Li wir li ser navê Meclîsa Bakûrê Kurdistanê ya Başûr  Salih Baykan axivî. Salih Baykan got ku dewleta Tirk wekî marekî birîndar li Rojhilata Navîn jehra xwe her derekê belav dike û wiha peyivî: “Erdogan di demeke ku ji bo hilbijartinan kêm maye de, hewl dide dengên xwe zêde bike. Erdogan hewl dide hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd bide avakirin.”

Çalakvan bixwe jî çûn serdana gel

Her wiha Baykan bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê jî kir got: “Divê li tu derekê bêdengî nebe. Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê pêwîste li dijî bêhiqûqiya dewleta Tirk bêdeng nebînin. Qendîl rûmet û şerefa her kesî ye. Pêwîste hemû hêzên siyasî û parastinê yên Kurd ji bo berxwedana Qendîlê bibin yek.”

Piştî serdana Meclîsa Bakurê Kurdistanê ya Başûr, ciwanên çalakvan bixwe jî çûn serdana gundiyan û cejna wan pîroz kir. 

 QENDÎL