Li Gundê Nêrîbitopalan ya girêdayî navçeya Hênê gundiyan rê li dozer û qrêderên ji bo çêkirina qerekolê dixebitîn girtin û destûr naden qereqol were çêkirin. 
Şêniyên gundê Gundê Nêrîbitopalan ya girêdayî navçeya Hênê diyar kirin ku naxwazin qereqolek din li gundê wan bê çêkirin û ji gund heta ber qerekolê meşek li darxistin. Gundiyên ku li vir daxuyaniyek dan çapemeniyê serê sibê jî rê li dozer û qrêderên ji bo çêkirina qerekolê dixebitîn girtin û destûr naden qereqol were çêkirin. Rêveberên Rêxistina BDP’ê yên Hênê û bi sedan gundî tevli meşê bûn.

‘Evê pêvajoyê sabote bike’

Rêveberê Rêxistina BDP’ê ya Hênê Abdulbakî Korkmaz ku li ser navê gundiyan daxuyaniyek da çapemeniyê da zanîn ku jixwe li gundê wan qereqolek heye û wiha axivî: “Niha fermandarên qereqolê jî me guhdar dikin. Bila mêze girtekên xwe bikin. Li vî gundî ji bilî nexweşiyên di navbera şivanan de tu nexweşî tunene. Qereqol 100 metre ji gund dûre. Gelek caran guleyên leşkeran gundiyan birîndar dikin. Par welatiya bi navê Bedriye Demîr a 42 salî bi guleya leşkeran bîrîndar bû. Ev saleke nikare rabe serxwe.” Korkmaz di berdewamê de balkişand ser pêvajoya nû ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin jî û wiha axivî: “Serokwezîr aliyekê qala aştiyê dike. Aliyê din jî qereqolan dide çêkirin. Ger duyemîn qereqol li vî gundî bê çêkirin, ev dê pêvajoya aşitiyê sabote bike. Em qeraqolê naxwazin, aramî dixwazin.”
Gundiyan jî diyar kir ku ji ber mayînên ji aliyê leşkeran ve hatine raxistin tu ewlehiya wan tuneye û nikarin biçin zeviyên xwe. Piştî daxuyaniyê welatî bê bûyer belav bû. 

DÎHA/AMED