Li ku û bi çi awayî dibe bila bibe, gava ku deng û awazê wî hate derê, ew deng, teqez guherînek tîne holê. Baweriya min ew e ku, ew dengê wî, ew nalîn û ew qêrîn, di asta Xwedê ya jorîn de, ji bo ku di dilê însanên guhdar de balkeşiyek derbixe, bandorek çê bike, hêst û fikrên însanan biguherîne, hatiye afirandin. Ji ber ku her çi û kî dibe bila bibe, gava ew deng gehaşt guhekî, bê şert û merc xwediyê wî guhî di bin bandora wî dengê şêrîn de dimîne û di hêstên wî/ê ya hunerî de dewlemendiyek, zîndîbûnek têr û tijîbûnekî bêhempa çê dibe.
Gava ku tembûra wî deng dide derê, êdî dinya wek dinyaya berê namîne. Ew tembûra ku timî di bin dest û tiliyên wî de nalenal e, gava ku dest bi nalînê dike, îmkan nîne ku jiyan li cihê xwe bisekine û li ber vî dengî wisa bêxem derbas be. Gava ku ew dengê tembûrê hat û gihaşt însan, wê demê tu kes nikare weke ku qet tiştek nebûye û neqewimiye tevbigere. Ji ber ku êdî di jiyana însanan de dengeke taybet, dengeke estetîk, dengeke xweşik, dengeke bêhempa, qêrînî û awazeke xwezayî heye... Ew car tu tişt weke berê namîne, biçe kû derê êdî ew kes wî dengê ku bihîstibû wê nas bike... Ji ber wê jî ew kes piştî ku wî dengî bihist û pê de nikare jibîrbike û jiyana xwe weke berê bidomîne.
Ew dengê ku em qala wan dikin, dengê Neşet Ertaş û tembûra wî bihevre ye. Niha însan dikare bêje "Me Neşet Ertaş fêm kir jî, ew dengê tembûra wî çawa dibe ku dibe mijarekî şirovekirin a li ser quncika rojname yê?" Lê belê gava ku Yaşar Kemal Neşet Ertaş weke "tezeneyê deştan", ango bi Tirkî "bozkırın tezenesi" bi nav kirîbû, ev yek ne binavkirineke beredayî bû. Ji ber ku tezeneya Neşet Ertaş, ew bikaranîna tezeneyê, ew şixulandina pêçî û tiliyên wî, ew sazûmana bendên tenbûra wî, weke bi awayekî xwezayî hatiye saz kirin. Ew hêst û nirxên xwezayî ya ku di dilê wî ya hunerî de dipije, xwe bi xwe li ser tembûra wî jî hatine saz kirin û li gorî wan pîvanan ketine rêze... Ew pergala tembûra Neşet Ertaş, bi xwe redkirina hewesdariya amûrên muzîka Rojava'yê ye. Di heman demê de bi deng û şêwaza xwe afirandina estetîkeke nû ya hunerî ye jî... Ji ber wê her bendên tembûra wî, bi keddayîneke mezin derketiye holê û li gorî pîvana amûreke xwezayî hatiye pêçandin.
Di jiyana me de bandora muzîka Tirkî gelek e. Lê piranî ya wan, bi nirxên Tirkan ve, şewaz û tarza vê axê ve ne girêdayî ne... Zêdetirî wan ji hin deran sûd girtine û weke şêwazeke ´di navberê de mayî´ beredayî ne. Lê ji Pîrsultan Abdal bigire heya Dadaloğlu ku bi xwe li dijî desthilatdariya Osmaniyan bi stranên xwe gelek li ber xwe dane. (wek mînak: Kalktı göç eyledi Avşar elleri / Ağır ağır giden eller bizimdir / Arap atlar yakın eder ırağı / Yüce dağdan aşan yollar bizimdir. (Xelkên Avşar rabûn û koç kirin / Ew xelkên giran giran diçin ên me ne / Hespên Ereb dûr nêzîk dikin / Ew rêyên çiyayên bilind derbas kirine yên me ne ) Ji wî bigire Hozan Veysel Şatıroğlu, heya Mahsunî Şerîf hwd, Neşet Ertaş jî ji wan yek bû. Ne însanekî zana û têgihîştî bû, lê karê xwe bi hêstên xwe dikir, baş jî dikir... Li hemberî pêrgala zordestiyê ne weke berxwedêrek bû, lê xwediyê şêwazeke xurt, xwediyê kesayetî û nirxan bû. Li gorî nirxên ku ji xwe re pejirandî bû tevdigeriya. Redkirina wî ya statuya "Hunermendê Dewletê" jî ji ber vê yekê bû.
Jixwe huner, bi şêwazeke wisa dibe huner. Ev yek, ji bo hemû hunermendan pîvaneke bingehîn û xwezayî ye.
Qêrîna deşt û bêriyan