Mudîriyeta Tûrîzim û Şûnwaran bi dirûşmeya ″Qêrîna Kevirekî″ li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê li Hesekê pêşengeheke wêneyan vekir.

Bi nêzikbûna roja 8`ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinê re, Rêveberiya Tûrîzm û Şûnwaran bi sponsoriya Desteya Hawirdor û Tûrîzmê ya Kantona Cizîrê pêşangeheke wêneyan li bajarê Hesekê bi diruşmeya ʺQêrîna Kevirekîʺ vekir.

Pêşangeh doh li navenda Çand û Huner a Xabûr ya li taxa Miftî ya Hesekê bi amadebûna Endamên Rêveber ên Rêveneriya Şûnwaran a bajarê Hesekê û bi dehan şêniyan hat vekirin. Di pêşengahê de 50 tabloyên bi navên Şûnwarên girîng ên Kantona Cizîrê, cih girtin.

Pira di navbera mîrate û nifşên nû de

Armanca vekirina vê pêşangehê ew e ku nifşên nû şûnwarên xwe nas bikin û têkiliya wan bi xak, şaristanî û dîroka xwe ve xurt bibe.

Têkildarî mijarê Endama Rêveber a Tûrîzm û Şûnwaran Rena Umer Esaed ev tişt anîn ziman: ʺJi ber ku Şûnwarên Kantona Cizîrê Ii ser destên komên dagirker rastî rûxandinê hatin û piştî xebatên desteyê yên sererastkirin û lêgerînê, me biryar da ku em vê pêşangehê vekin, armanca vekirina pêşangehê ew e ku cihên dîrokî, gir û Şûnwarên herêma derdora Xabûrê bidin zanîn û bê naskirin.ʺ

Rena derbarê binavkirina pêşangehê bi navê ʺQêrîna Kevirekîʺ jî got: ʺMe biryara bi navkirina pêşangehê bi navê Qêrîna Kevirekî da, da ku cihan û civaka navneteweyî parastina çand, şûnwar û çandê bikin.ʺ

Hat diyar kirin ku pêşangeh wê 2 rojan li xelkê vekirî be. 


 HESEKÊ