Rêvebera Yekîtiya Jinên Bethnahrîn Şûmûnî Ersen da xuyakirin ku li Iraqê hovîtî û barbariyek heta niha kêm caran hatiye dîtin tê jiyîn û destnîşan kir ku herî zêde jinên Asûrî-Suryanî, Kurd û Êzidî ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê zerarê dibînin. Ersen diyar kir ku derdorên dixwazin dîrokê serberjêr bikin, hewl didin destketî û vîna jinê ji holê rakin, jinê bikin kole û jinên dîl girtine weke malekî difiroş in. Ersen destnîşan kir ku ji bo cîhan deng û qîrîna wan bibihîze wan dest bi greva birçîbûnê kirine. Ersen got, "Divê êdî cîhan dest bi lîstina rola sê meymûnan berde. Bila guh bide qîrîna me û qirkirinê rawestîne." Di roja duyemîn a greva birçîbûnê de oldar û siyasetmedarên Swêdî û Suryanî çûn serdana konê çalakiyê û destek dan çalakgeran. Ji Dêra Asûrî Papaz Mor Awdisho Orahan, ji Dêra Ortodosk a Suryaniyan Fader Gabriel Bargauasho di axaftinên xwe yên li vir de komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê şermezar kirin û dûre bi çalakgeran re dûa kirin. Ji siyasetmedarên çalakger ziyaret kirin Parlamentera Partiya Demokrat a Xiristiyanan Annelie Enochson diyar kir ku girîng e zext û komkujiyên li Rojhilata Navîn li gelên Xiristiyan tê kirin bikevin rojeva raya giştî ya cîhanê. Enochson got, "Nabe ku cîhan li pêşberî tinekirina dîrok û çanda mirovahiyê ji aliyê DAIŞ'ê ve bêdeng bimîne. Piştî DAIŞ'ê Mûsil dagir kir diviyabû Neteweyên Yekbûyî biketa nava tevgerê û tedbîr bigirta, lê ev nekir. Niha qirkirin dewam dike. Divê rêbazên hîn bêtir bi bandor werin bikaranîn."
STOCKHOLM