Kurdistan ne bîla sedem e ku li gelek cihan weke welatê çiyayan jî hatiye binavkirin. Gondvanaya ku welatê deverên bilind e, di heman demê de hem 4 werzên salê di nava xwe de dihewîne û hem jî ji ber çiyayan havîn, bihar û zivistanê dikare di yek dîmenî de raserî çavan bike. Ji Başûrê Kurdistanê, wênegir Mihemed Mirad Akoyî, di wî warî de serketî ye ku van dîmenan di yek klîşeya yan jî kêliya wêne de biqerisîne. Ev wêne jî ji devera Wêzê ye ku li deştên wê bihar cihê xwe ji havînê re dihêle, li pal û quntaran bihara rengê kulîlk û gulçîçekan e. Helbet serê çiyayan ên ku hîna sar û seqema havînê ji dûr ve pif dikin nav dev û guhê mirovî.
NAVENDA NÛÇEYAN