Qesra Îshaq Paşa di heman demê de ji aliyê UNESCO'yê ve di "Lîsteya Demî ya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê" de cih digire û xebatên restorasyonê li qesrê didomin.
Qesra Îshaq Paşa ya ji 116 odeyan, turbe, mizgeft, birç, hewş, koguş, diwan û salonên heremê pêk tê her sal malovaniya bi hezaran turîstên biyanî û herêmê dike. Midûrê Herêmê yê Abîd û Rolove yê Wanê Endezyar Cemîl Karabayram diyar kir ku Qesra Îshaq Paşa û derdorên wê ji aliyê midûriyeta wan ve tê restorekirin û wiha got: "Li Qesra Îshaq Paşa û Mizgefta Qesra Îshaq Paşa ya li hemberî hewşa duyemîn a de xebatên me yên restorasyonê berdewam dikin. Em hewildidin ku xebatên xwe yên bang û bihêzê bi dawî bikin. Mizgeftê 130 salan ji qesrê re qizmet kir. Ji ber bûyer û geşedanên salên 1800'an de Mizgeftas Qesra Îshaq Paşa ji îbadetê re hate girtin. Ji roja hate girtin heta niha bi tu awayî mizgefet ji îbadetê re nehate vekirin. Xebatên restorasyonê dê di dawiya salê de bi dawî bibin. Êdî dê Mizgefta Îshaq Paşa ji îbadetê re bê vekirin. Çawa hemû mizgeft rems in ev mizgefte jî remsa herêmê û Qesra Îshaq Paşa ye."

Yekemîn sîstema kalorîferê
Di cîhanê de yekemîn car li Qesra Îshaq Paşa pergala kalorîfer û kanalîzasyonê hate bikaranîn. Dîwar û banê qesrê ji keviran hatiye çêkirin û bi sedan sal berê bêyî teknolojî û teknîkê kevir ji gundê Kotîzê kevirên spî û Çiyayê Agriyê yê 25-30 kîlometre dûr li ser pişta mirovan û sewalan anîn. Ji ber ku pêvajoya înşata qesrê ya di dema Evdî Paşa de dest pê kir bi dawî nebû û di dema kurê wî Îshaq Paşa de bi dawî bû, navê wê kirin Qesra Îshaq Paşa. Her çiqas çêkirê qesrê demek dirêj girt û fermî navê wê weke Qesra Îshaq Paşa tê zanîn jî di nav gel de weke Qesra Behlul Paşa tê zanîn. Navê qesrê di gelek destanan de (Perîşan Hanim, Xelîl Beg) û stranên Êrîvanê de weke Qesra Behlul Paşa derbas dibe. Sedema vê yekê hikûmdarê Bazîdê yê dawî Behlul Paşa bû.

DÎHA/BAZÎD