FIDA EL-ELÎ / ANHA/REQA
Bajarê Reqayê ji aliyê şûnwarên dîrokî ve dewlemend e. Mîrên Ebasiyan ji ber xweza, hewa û cihê Reqayê yê balkêş li Rojhilata Navîn gelek şûnwar ava kirin. Ji wan Qesir El-Binat ango Qesra Keçan jî yek e girîng e. Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, gelek zirar li qesrê bû. Çeteyan beşeke mezin ji qesrê şewitand.
Qesir El-Binat a ku bi navê Qesir Ebasiyan jî tê naskirin, li başûr-rojhilatê bajarê Reqayê ye. Li bakurê Dîwara El-Reşîd e. Di nav sûreke gilover de ye. Qesir sala 772'yan ji gêç, çîr û kelpîçê di serdema El-Mensûr de hatiye avakirin û di serdema Herûn El-Reşîd jî bi dawî bû.
Qesir ji qadeke çargoşe pêk tê. Ev qad dabeşî 4 eywanan dibe. Li her koşeyekê bircek û di navîna meydanê de avreşînek heye.
Sê deriyên qesrê hene.
Şervanên QSD'ê Qesir El-Binat 4'ê Tîrmeha par ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir.