Arkeologên Kurd û Elman li peravên Rojhilat ên Çemê Dîcle yan jî Ava Mezin, qesreke ji serdema Mîtaniyan dîtin.

Koma arkeologên Kurd û ên Elman (Ji Zanîngeha Tubingenê) piştî ku payîza bihurî Ava Mezin piçûk bû û di gola bendava Mûsilê de av kêm bû, li şûna cihên av jê vekişiyayî li devera Kemune (li parêzgeha Dihokê) bermahiyên qesrê dîtin. Ev qesra hanê ji sedsala 15 yan jî 14´an beriya mîladê maye, yanî qederê 3 hezar û 500 salî ye. Hingê li Bakurê Mezopotamyayê Împaratoriya Mîtaniyan hebû ku di nava yên li Rojhilata Nêzîk ya herî kêm lêkolayî ye. Niha hêvî peyda bû ku bi xêra kevalên bi nivîsa mîxî yên li vê qesrê bêhtir agahî li ser Mîtaniyan bi dest bikevin.

Axir di encama kolaneke hewarî de bi hevkariya Kurdistan Archaeology Organization (KAO) û Zanîngeha Tubingenê de û bi alîkariya madî ya karsaz Îsa Swar vedîtina herî mezin a arkeolojîk a çend dehsalên bihurî li Başûrê Kurdistanê hat kirin. Ji Rêveberiya Şûnwaran a Dihokê Dr. Hasan Ahmed Qasim û Dr. Ivana Puljiz ji Zanîngeha Tübingenê ev karê hanê bi rê ve bir.

10 keval hatin dîtin

Li gorî Dr. Ivana Puljiz, avahî yeke welê ye ku bi plan hatiye danîn. Dîwarên hundirê qesrê heta bi 2 metroyan stûr in û ji tuxleyan hatiye lêkirin. Hin dîwar ji 2 metroyan jî bilindtir in û qismî hatine sîwaxkirin. Bi ser de jî resm û boyaxkirinên dîwaran jî hatine dîtin; sora dibiriqîne û rengên şîn bi tonên cihê weke bermahiyên van hatine dîtin. Jixwe ev yek nîşanê wê ye ku ev der qesrek bûye. Em dizanin ku ji beriya 2 hezar salan beriya mîladê li qesrên Rojhilata Nêzîk û Mezopotamyayê li ser dîwaran resm dihatin xêzkirin û boyaxkirin. Lê pirr kêm caran ev heta bi roja me ya îro hatibûn. Ji ber vê jî ev rengên li qesra Kemunê “sensasyoneke arkeolojîk” e.

Bermahî bi giştî qederê 7 metroyan bilind in. Li hin deveran lewheyên mezin ên tuxleyî hatin dîtin ku ji bo zemînê odeyan hatiye bikaranîn. Wekî din 10 kevalên bi nivîsên mîxî hatin dîtin. Halê hazir ji Zanîngeha Heidelbergê fîlolog Dr. Betina Faist wan werdigerîne û dinirxîne. Li gorî naveroka van kevalan, ev dever gelekî muhtemelen bajarê kevnar ê Mîtanî Zaxiku bûye. Navê vî bajarî berê di kevaleke ji 1800´î beriya mîladê de hatibû hildan. Heger ev yek bê piştrastkirin, hingê em ê karibin bibêjin ku ev bajar 400 salan ava maye.

 

HEIDELBERG