Qesra Walî li parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê Îlamê îro muzexaneyeke antropolojiyê ye. Qesr ji serdema Xanedana Qecaran maye û sala 2006’an bûye muzexane. Berê qesr ji aliyê artêşê ve jî hatiye bikaranîn. Qesr bi temamî li ser 4 hezar û 687 metroyên bi çarçik hatiye avakirin. Ji sê dergêhên yê sereke yê li baskê wê yê başûr bi mîmariya Yewnan hatiye çêkirin. Bere qesrê yê li hewşê bi camên rengîn û pencereyan hatiye xemilandin. Nava qesrê nexasim jî bi neynikan hatiye xemilandin, para bêhtir jî neynik bi aqra odeyan ve hatine kirin. Li qesra u îro muzeya antropolojiyê ye, kar û barên xelkê deverê yên ji rêûresmê yên weke çandinî, çêkirina merş, berr û xalîçeyan, xwedîkirina pez, nêçîrvanî, zozanvanî, merasîmên dawetan û her wiha peykerên navdarên Îlamê nîşan dide. Para bêhtir rêûresmên Kurdan hatibin nîşandan jî yên hindikahiyên li parêzgehê yên weke Ereban jî mirov li muzeyê dibîne. ÎLAM