
Li Sînorê çêkirî yê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de di çar salên dawî de bûye şahidê qetilkirina welatiyên sivîl ji aliyê arêtşa Tirk a dagirker ve. Artêşa Tirk a dagirker ji Efrînê heta Eyn Dîwerê bi dehan sivîl (di nav de zarok û jin) li ser sînor kuştin.
Artêşa Tirk a dagirker di 5 mehên dawî de li ser sînorê herêma Dirbasiyê û Bakurê Kurdistanê gelek sivîl qetil kirin.
Ciwanê bi navê Hemze Ebdilrehman di 5′ê îlona 2016′an de dema ku li ser riya bajarê Amûdê de bû ji aliyê dewleta Tirk ve hat hedefgirtin. Piştî ku Hemze birîndar welatiyên herêmê wî radikin nexweşxaneya bajarê Dirbasiyê, lê tevî hemû hewldanên doktoran Hemze jiyana xwe ji dest dide.
Di 5′ê kanûna 2016′an de jî artêşa Tirk li ser sînor li nêzî gundê Ebû Cerade yê girêdayî Dirbasiyê 17 ciwan hedef girtin. Di encamê de 3 ciwan hatin kuştin û 14 jî birîdar bûn. artêşa Tirk a dagirker cenazeyên hersê ciwanan tevî birîndar avêtin gundê nêzî Ebû Cerade. Navên hersê ciwanên ku hatin qetilkirin wiha ne ′ Yehye Feysel, Xalid Ceger û Mihemed Elî Neme′ ne. Hersê ciwan li goristana Şehîd Rustem Cûdî bi merasîmekê hatin oxirkirin.
Di şevekê de artêşa Tirk a dagirke 3 birayên ji pêkhateya Ereb ên ji herêma Dirbasiyê li ser sînor nêzî gundê Hemdûnê dikeve navbera bajarê Dirbasiyê û Amûdê qetil kirin. Navê hersê birayan wiha ne ′Rafet Osman(18), Fîras Osman(27) û Mezher Osman(25)′. Malbata hersê birayan Erdogan wekî ″terorîst″ bi nav kirin û ji rêxistinên mirovî xwestin ku bê darizandin.
Artêşa dagirker ciwanê bi navê Yûsif Ebdilhemîd Yûsif(16) û birayê wî Ebdihemîd Yûsif(19) ên ji pêkhateya Ereb ên ji bajaroka Zirganê ya girêdayî Dirbasiyê ne ketin nav pencên leşkerên Tirk. Leşkerên Tirk herdû bira îşkence kirin. Di encamê de herdû bira ji ser hişên xwe çûn. Paşê leşkeran ew avêtin herêma Dirbasiyê.
Ji bilî bûyeran, bi dehan ciwanên herêmên Sûriyê yên din dema dixwastin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin da ku xwarinê ji bo zarokên xwe peyda bikin, rastî hovîtiya leşkerên Tirk dihatin. Mînakên berbiçav jî, ciwanê bi navê Zahir Xelab(26), Yasîn Mumtaz Elûş û Mihemed Şêxanî(32) ên ji pêkhateya Ereb ên ji bajarê Dêrezorê dema ku dixwastin di deriyê Dirbasiyê re derbasî Bakurê Kurdistanê bibana, artêşa Tirk bi hinectên cuda destûr nedan û paşê ew hersê îşkence kirin.
Ji aliyekî din ve jî artêşa Tirk a dagirker avakirina dîwarê şermê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de didomîne.
AGIRÎ IBRAHÎM ANHA / DIRBASIYÊ