Rengê kesk li ser ala me jî heye, keskekî gelek xweş e, hêviyê dide mirovan. Keskê ku baweriya îslamê wek rengê sembolîk bi kar tîne jî, keskekî xweş e, bêhna mirovan vedike. Lê rengê kewikî; qirêjkirin, lewitandin û xirakirina rengê kesk e. Ango keskê dejenerekirî ye.
Serkariya tirk bi heman baskên xwe ve dest davêjin her reng, diyarde û tiştî, wan digire, dejenere dike û dilewitîne. Li pey jî dixebitin ku bi vê lewitandin û dejenerkirinê we cardin bifiroşin mirovahiyê, yan jî li wan ferz bikin. Balim Sultanê xwe şandin, elewîtî girtin, dejenere kirin, birin bi şamanizma yakutan ve girêdan. Her çendî Mistefa Kema kujêrê gelê me yê Dêrsimê ye jî, ew jî birin bi rengê elewitiyê ve girêdan. Mezheba henifîtî, birin bi osmanîtiyê ve girêdan. Osmaniyan; rengê kesk girtin, kirin sembola xwe ya dagirkirina welatan û komkujiyan.
Fetullahiyan; berê zanyariya keskê sade yê Seîdê Kurdî dizîn. Wan ew renga cilmisandin kewikî kirin, bi wê rengê kewikî di hemêza MIT û Ergenekonê de kerkere bûn, gihîştin bin çengê CIA. Niha jî dixebitin ku bi wê rengê kewikî tevahiya mirovên Rojhilata Navîn di bîra kufikî ya nijadperestiya tirk de bifetisînin.
Rengê kesk li welatên Ewropa wek sembola xwezayî û ekolojiyê tê zanîn. Heta bi wî navî tevger û partî hene. Lê Erdogan û AKPeya wî jî ew renga dizîn, di çalava bîrên xwe de kewikî kirin û guhezandin rengê faşîzma kesk. Hiqûqa li ser wê xakê jî, bi wê hest û niyetên xwe yên faşîzma kewikî ve lewitandin.
Li pey vê kurte şiroveyê em dikanin vegerin ser mijareya bingehîn. Gelek baş tê zanîn ku li pey qetlîamên li Anatolya û Kurdistanê, kemalîstên qaşo laîq projeyên qetlîama sipî, ango bişaftinê daxistin ser qada jiyanê. Berê kurdî qedexe kirin, li pey jî ji bo ku bikanin zarokên kurdan bihelînin û têkin tirk, li her navçeyên bakurê Kurdistanê dibistanên lêman (leylî /yatilî) ên cihê bişaftin û têkbirinê hatin vekirin. Ev proja tirk-kirin, yan jî helandinê bi navê qetlîama spî tê nasîn. Wek mînak; Kemallerên qaşo serokên hin partiyan berhemên vê polîtîkayê ne. Lê her çendî di warê bikaranîna ziman de ji sedî heştê bi ser ketibin jî, di warê mêjî de; ev serkeftin bi tekoşîna Tevgera Azadî hete şikandin. Ev têkçûn jî wek kul û birîneke xedar li ser dilê wan rûniştiye.
Fetullahiyên erkên dewleta kûr wergirtine, dixwezin ku wê qetliama spî di warê mêjî de jî bi ser bixin. Lema ji bo vê proje li ser projeyê dadixîne qada jiyanê. Projeyên; fetwaya komkujiyan dayîn, êrişkirin, bi gazên kîmyevî qetilkirin, qetlîama siyasî, Li kuçeyan, copkirin, mil şikandin û kuştina zarokan, li ber çavên zarokan dê û bav kuştin, tecavûzkirin, lê wer xûyaye ku vê jî ew negihandine armanca wan, niyeta wan di qirika wan de fetisiye. Lema niha jî dixebitin ku bi projeya zarokên kurdan di dibistanên bişaftinên fetullahî yên qaşo nav „sevgî“ (hezkirin) de mêjiyên zarokên kurdan kewikî bikin û têkin xizmete xwe, heta ku ji dest wan wer, wê li dij kurdan bikarbînin.
Azîn heman azîn in. Kemalîstên laîq çi kirine, ev jî dixwazin wê bikin. Rast ha dibistanên lêman yê di bin navên „Yatili Bölge Okulu“ de, ha dibistanên kafirên fetullahî yên bi navê „sevgî,“ ma ne heman tişt in? Ne heman xwînxwarî û xinizi ye?
Baş tê zanîn ku ew walî û rayedarên vê mijara bişaftina zarokên kurdan derdixin rojevê, li wîlayetan dewlet in, waliyên dagirkeriyê ne, kesên dewleta kûr in. Hemûyan jî di malên fetullahiyan de xwendine. Xwendina wan bi aliyê fetullahiyan ve hatine fînanse kirin. Serkariya AKPê faşîzma keskê kewikî bi destên van waliyan dide rûniştin. Êdî li wîlayetan serfermandarên leşkerî jî ew in.
Divê ev rastiya waliyan, faşîzma kewikî, bi taybetî jî ev projeya helandina zarokên kurdan ya fetullahiyên nijadperestên xwînxwar, bêbextên sextekar baş bê nasîn. Ev projeya faşîzma kesk ya fetisandina zarokên kurdan baş bê têgihîştin, hê neketiye qada jiyanê, pêşî lê were girtin. Divê ne tenê li welêt, di dîplomasiya navnetewî de jî ev were deşîfre kirin. Rast çi karê fetullahiyan li Kurdistanê heye. Ma hêzeke bikane wan mêjigeniyan ji wê xakê derîne tune. Ez bawer dikim ku gava gelê me rû nede wan nijadperestên minafiq ên kewikî, dê bingehê wan jî li welêt nemîne.