Qeymeqamê Navçeya Madenê ya Xarpêtê, Tesîsa Kampa Zarokan ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo zarokan li Gola Hazarê ava kiribû, bi hinceta 3 sal berê kêmasiyên wê hatine tespîtkirin û ev kêmasî nehatine çareserkirin biryar da ku kampê bigire. Qeymeqamê bi hinceta ku kêmasiyên kampa zarokan a li Gundê Gezîn a tenişta Gola Hezarê ye nehatine temamkirin biryar da ku bê girtin.

Piştî biryara qeymeqam cendermeyên Tirk bi zorê mohr li deriyê kampê xistin û ew girtin.

Ji ber bi zorê girtina kampê zarokên li campê neçar man ku biçin malên xwe.

Zarok ji xizmetê mehrûm dibin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dijî vê qerara qeymeqamê Tirk nerazîbûna xwe diyar kir û li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Şaredariyê di daxuyaniya xwe da zanîn ku roja şemî cendermeyên Tirk agahî dane nativanên parkê û wiha domand: “Ji ber vê biryara nerast a qeymeqamiyê wê qedrî 900 zarok ji xizmetan mehrûm bimînin. Heqê ti kesî tine ku ji kêfa zarokan re bibe asteng. Ji bo em karibin zarokên xwe dilxweş bikin emê giliyên van kesan bikin ku bûne sebebê vê nebaşiyê.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev kampa zarokan ji 2008’an ve tê kirin û êdî bûye weke rêûresmekê. 

 AMED