Hat zanîn ku Navenda Çandê ya Cegerxwîn ku tahsîsî Miduriyeta Perwerdehiyê ya Gel hatiye kirin, ji aliyê qeyûm ve hatiye talankirin.

Qeyûmê Şaredariya navçeya Peyasê ya ser bi Amedê, rojekê beriya hilbijartinan, Navenda Çandê ya Cegerxwîn a ser bi şaredariyê talan kir. Hat gotin, beriya niha bi demekê Navenda Çandê ya Cegerxwîn tahsîsî Miduriyeta Perwerdehiyê ya Gel hatiye kirin. Alavên teknîkê yên di hundirê navendê de hemû hatin rûxandin. Wêneyên rûxandina navendê di medya civakî de hatin parvekirin.

 

MA / AMED