Şaredariya Sêrtê ji nû ve dest bi xizmeta sêzimanî kir.
Li Sêrtê hevşaredarên berê Tûncer Bakirhan û Belkîz Epozdemîr xizmeta sêzimanî xistibûn meriyetê. Bes sala 2017’an dema Cîgirê Walî Ceyhûn Dilşad Taşkin wekî qeyûm cihê hevserokan dagir kiribû, xizmetên bi Kurdî û Erebî hatibû betalkirin.
Endamê Meclîsa Şaredariya Sêrtê Mehmet Zekeriya Çigir ê Ereb, îşaret bi asîmîlasyona li ser Kurd û Ereban kir û got: “Divê em zimanên heyî berbelav bikin.”
SÊRT