Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê Abbas Azîzoglû, êrişên qirrkirina siyasî yên dewleta Tirk û polîtîkaya desteserkirina şaredariyên DBP’yî nirxand û got, qeyûman Kurdistan kirine cihê rantê. Abbas Azîzoglû yê ku ji ANF´ê re peyivî, bi bîr xist ku dewleta Tirk piştî hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an, maseya ‘pêvajoya çareseriyê’ qelibandiye û li dijî gelê Kurd dest bi êrişên topyekûn ên qirkirina siyasî kiriye. Azîzoglû da zanîn ku weke DBP´ê wan jî para xwe ji van êrişan girtiye û tevî hevserokên wan Sebahat Tûncel û Mehmet Arslan bi hezaran endam û rêveberên wan hatine girtin û hîna jî zêdeyî 10 hezar endam û rêveberên wan girtîne: “Ev hejmar tenê yên hevalên me yên girtî ne. Ji bilî vê yekê gelek hevalên me hene ku hatin destgîrkirin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Welê li hevalên me kirin ku nema karibin siyasetê bikin.” 94 şaredarî hatin dagirkirin Abbas Azîzoglû got, bi ragihandina Rewşa Awarte re ji 102 şaredariyên ku ew di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de li wan bi ser ketin, 94 hatin dagirkirin, pirraniya hevşaredarên wan hatin destgîrkirin û girtin: “Niha 53 hevşaredarên me girtî ne. Li 10´an ji wan cezayê girtîgehê hatiye birîn. Tevî vê yekê, dadgehkirina 110 hevşaredarên me yên hatibûn girtin û piştre hatin berdan, tevî ku delîl nînin jî hîna dewam dikin.“ Qeyûmên dagirker proje dizîn Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê Abbas Azîzoglû got, dewleta Tirk bi vê îradeya gel desteser dike û wiha peyivî: “Bi darbeya Rewşa Awarte şaredariyên me desteser kirin. Hiqûqa xwe ya navxweyî jî binpê kirin. Yekane karê ku niha dikin ew e ku bajarên me veguherandine meydana înşaetê û bi vî rengî hewl didin nîşan bidin ku qaşo kar dikin. Ji bilî vê yekê pankartan vedikin û xwe weke ‘şaredar’ bi nav dikin. Tiştên ku di ber wan de mane, hewl didin bi desteserkirinê pêk bînin. Kîjan şaredarî dibe bila bibe, dema dest bi kar dike, destpêkê planeke stratejîk a ji bo 5 salan amade dike. Qeyûman projeyên me, mîna yên xwe nîşan dan, dizîn. Tiştekî ku qeyûman li bajarên me kiriye, nîne. Zîft rijandine û kevir danîne qiraxa rê. Yên heyî xera dikin û ji nû ve çêdikin. Mîna ku kar dikin xwe nîşan didin.” Afirandina siyasetê bi gel re Azîzoglû bal kişand mefhûma qeyûman û şaredariyên dagirkirî jî û got, “Em dibînin ku hemû şaredariyên me niha kirine qereqol. Şaredarî avahiyek e. Halbûkî me ji roja destpêkê ve, piştî şaredariyên me hatin desteserkirin jî hemû hevşaredar û encûmenên me li nava gel karê xwe dewam kirin. Me hewl da ku bi gel re siyasetê biafirînin. Rêveberiya herêmî jixwe ev e.” Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê Abbas Azîzoglû îşaret bi bendewariyên gel jî kir û got, “Gel ji me dixwaze ku em yekîtiya neteweyî pêk bînin. Ya rast, siyaset çiqasî bi gel re were kirin ewqasî siyaset e. Hebûna li meclîsê girîng e, ew jî amûreke têkoşînê ye. Lê belê, gelê me dixwaze hevalên me yên hatine hilbijartin di nava gel de bi gel re siyasetê bikin.” AMED