Li navçeya Silopiya Şirnexê piştî ku qeyûm li şaredariyê hat wezîfedarkirin, karê qeyûmê di nava hefteyê bû girtina Navenda Çand û Hunera Laleşê. Piştî vê yekê qeyûm xwest 3 hunermedan, mamosteyên çandê û mamosteyê zimanê Kurdî yê Mala Piştgiriya Perwerdeyê li ser karê paqijiyê bixebitin. Li ser vê yekê her sê xebatkarên çandê Talat Yeşîl, Denîz Aytaç, Serdar Aytaç û mamosteyê zimanê Kurdî Aydin Denîz ev yek qebûl nekirin û qeyûm jî weke rêya çareseriyê derxistina ji kar a her 4 mamosteyan dît. Mamostayê zimanê kurdî Aydin Denîz da zanîn ku qeyûm bi van dek û dolabam li Silopiya nagihîje armanca xwe. 

Denîz destnîşan kir ku qeyûm bi vê kiryarê armanca xwe ya li hember çand û zimanê vî gelî eşkere kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwendekarên çand û ziman zêde bûn. Li Silopiya her ku diçû huner bi pêş diket. Ji ber vê yekê jî qeyûm saziya çandê girt. Niha jî avahiya çandê ji bo karê cuda tê bikaranîn. Lê her çiqas êrîşê huner û zimanê me jî bikin em ê xebatên xwe bimeşînin.” 


 ŞIRNEXZOZAN FENDÎK /DÎHA / ŞIRNEX