Dewleta Tirk a dagirker, ne ku tenê Kurdistanê dagir dike, di heman demê xwe li tiştî Kurdistanî jî ranagire. Herî dawî dema ku şaredariyên li Kurdistanê dagir kirin û qeyûmên xwe li şaredariyên bakurê Kurdistanê wezîfedar kirin, karê pêşî ê van qeyûman bû êrîşa li dijî zimanê Kurdî. Qeyûmê şaredariya navçeya Wanê Payizavayê dagirkirî jî tabelaya “Hûn bi xêr hatin” a ku şaredariya DBP’ê li ketina navçeyê bi 3 zimanan nivîsandibû rakir. 
Şaredariya Payizava dema ku bi îradeya xelkê bi rê ve diçû, ango di dema Hevşaredarên DBP’ê de, li ketina navçeya Payizava tabelaya bi 3 zimanan “Hûn bi xêr hatine” nivîsandibû.  Di bin nivîsa Kurdî, bi tirkî û paşê jî bi Ingilîzî heman tişt dinivîsî. Piştî ku dewleta Tirk şaredarî dagir kir, Qeymeqam Osman Dogramaci jî wekî qeyûm tayîn kir, tabelaya bi 3 zimanan rakir. Li şûna wê tabelaya tenê bi Tirkî nivîs hat nivîsandin û weke nîşana dagirkeriyê jî ala Tirk hat daliqandin. Mirov helbet ji ber nijadperestiya dewleta Tirk û êrîşkariya wê ya li dijî Kurdî fêm dike ku ew nivîsa Kurdî radike, lê ka çima Ingilîzî rakir, ew cihê minaqeşeyê ye. Lê belê ya herî nêzî aqilan ew e ku em bibêjin, ji ehmeqî ye. Jixwe, di gelek lêkolînên ilmî de piştrast bûye ku mirovên aqlê xwe kêm bi kar tînin, tercîh dikin nijadperest bin. 


 WAN